Li Êlihê 2 ciwan di avê de xeniqîn

Bi germbûna hewayê bûyerên xeniqandinê jî dest pê kirin. Li Êliha Bakurê Kurdistanê 2 ciwanên ketin çem xeniqîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi germbûna hewayê bûyerên xeniqandinê jî dest pê kirin. Li Êliha Bakurê Kurdistanê 2 ciwanên ketin çem xeniqîn.

Yek ji wan ciwanên xeniqî, xwendekarê Lîseyî Zekî Başaran bû. Başaran bo xwe hênik bike, ket çemê Êlihê. Lê belê gava xwe bera binê avê dide, di heriya binê çem de asê dimîne û canê xwe ji dest dide.

Welatiyên derdorê tîmên xelaskirinê agahdar dike û paşê termê Başaran tê derxistin.

Bûyera din jî li Heskîfa Êlihê pêk tê. Yusuf Cengîzê 17 salî piştî nîvro dixwaze bi hevalên xwe re biçe Çemê Dîcleyê û xwe hênik bike lê mixabin ew jî di Çemê Dîcleyê de dixeniqe. Cesetê Yusuf Cengîz jî piştî lêgerînê ji nava avê hate derxistin.

Dozgeriya Êlihê derbarê her du bûyeran de lêpirsîn da destpêkirin.