Mansûr Barzanî hûrkêliyên rizgarkirina Telisqufê aşkere dike

Fermandarê Leşkerên Taybet û Gulan Mensûr Barzanî li ser serkeftinên hêza Pêşmerge li Eniya Telisquf dibêje, hêza Pêşmerge bi çekên xwe karîn rûbirûyî DAIŞê bibin û Telisqufê rizgar bikin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Fermandarê Leşkerên Taybet û Gulan Mensûr Barzanî li ser serkeftinên hêza Pêşmerge li Eniya Telisquf dibêje, hêza Pêşmerge bi çekên xwe karîn rûbirûyî DAIŞê bibin û Telisqufê rizgar bikin.

Fermandarê Leşkerên Taybet û Gulan Mensûr Barzanî ji K24ê re ragihand, li Eniya Telisquf îro danê sibê demjimêr 05: 20 çekdarên DAIŞê bi çekên giran û otomîlên zirpoş êrîşî çeperên pêşî yên hêza Pêşmerge kirin, lê Pêşmergeyên qehraman bi çekên xwe karîn rûbirûyî wan bibin.

Barzanî got jî: “Pêşmerge karîn bi çekê RBG û doşkan, 2 otombêlên xwekuj yên DAIŞê biteqînin û 4 otombêlên din bi çekê Mîlan biteqînin.”

Herwiha Barzanî amaje kir û got: “Mixabin çekê pêwîst û pêşketî di destê Pêşmerge tune bû, DAIŞê jî çekê 2 artêşan Iraq û Sûriyê bidest xistibûn.”

Derbarê hevkariya hêzên hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Barzanî got: “Spasiya hêzên hevpeymanan dikim, lê tiştê ku bûye, ji ber ne amadehiya firokeyên hevpeymanan bû, lê tevî wê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê yên qehreman û bi çekê xwe rûbirûyî DAIŞê bûn.”

Herwiha Barzanî amaje kir, pêş êrîşa DAIŞê çend malbatên ku li Telisqif mabûn derketibûn, loma DAIŞê karîn di demeke kurt de tilisquf bigire, lê bi hêz û qurbanîdayîna Pêşmerge, karîn wê navçeyê jidestê DAIŞê rizgar bikin.

Barzanî aşkere kir jî, ku 30 ta 40 termên DAIŞê li ber destê Pêşmergeyan in û zêdetirî ji 100 çekdarên bi destê Pêşmergeyan hatin kuştin.