Rêjîm xalên rêkeftinê li Qamişlo binpê dike

Piştî hefteyekê ji îmzekirina rêkeftinê û rawestandina şer di navbera Asayişa Rojava û hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê de, xalên ku di rêkeftinê de hatibûn ragihandin ji aliyê rêjîmê ve têne binpêkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4302560b-ef2f-416d-a510-a41be9b6d504/agirbest-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Piştî hefteyekê ji îmzekirina rêkeftinê û rawestandina şer di navbera Asayişa Rojava û hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê de, xalên ku di rêkeftinê de hatibûn ragihandin ji aliyê rêjîmê ve têne binpêkirin.

Xalên agirbesta di navbera rêjîma Sûriyê û Asayişa Rojava de ji aliyê hêzên rêjîmê ve hêdî hêdî têne binpêkirin. Çavdêrên siyasî didin zanîn ku ta niha piraniya xalên rêkeftinê ne hatine cîbicîkirin, herweha hindek xalên bicîkirî têne binpê kirin.

Mamostayê zanîngehê D.r Ferîd Sadûn derbarê wê rêkeftinê de ji K24ê re axivî û got: “Rêkeftin tenê ji aliyê Desteya Hundirîn ya PYDê ve hate ragihandin û rêjîmê ti carî negotiye em bi asayişê re rêkeftine. Ji aliyekî din ve, ew xalên ku mercên asayişê bûn, ta niha ne hatine cîbicîkirin û biser nekitine, ji bilî rawestandina şer ku ew xala herî giring bû ji welatiyên deverê re.”

Hindek partiyên siyasî yên ji derveyî Rêveberiya Xweser dibêjin 
ku, bi giştî xalên rêkeftinê mercên asayişê bûn û ji raya giştî re wek aliyekî serkeftî ji şerê qamişlo derket, loma pêwîst e bersiva helwestên ku dibêjin şerê vê dawiyê şanoyek bû, were dayîn û divê gerantiyek hebe, ku şer dubare nebe, bi kêmanî di bin sîwana agirbestê de.

Serokê Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê Hekem Xelo jî dibêje: “Em çi gavekê bi pêşve bidin û çi cihekî ku ji rêjîmî were standin, em ticarî bazarê li ser nakin, jiber xwîna şehîdan tê de çûye, herweha emê roj bi roj cih li rêjîmê teng bikin û eger roj û dema guncaw were, emê rêjîmê ji vir derxînin.”

Li gorî hindek şopîneran, piştî zêdeyî hefteyekê ji agirbestê, hêzên rêjîma Sûriyê li Qamişlo çend xalên rêkeftinê binpê kirin, di destpêkê de jî nanxaneya Beis vegerandin bin kontrola xwe.