Infografiyek derbarê nexşeya şer li Helebê

Şer li Helebê ji Tebaxa 2012an de dest pê kir, di dema çekdarên opozîsyonê ji 3 aliyên bakur, rojhilat û başûr ve derbasî wê bûn, rêjîm jî di çend taxên rojava de ma.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer li Helebê ji Tebaxa 2012an de dest pê kir, di dema çekdarên opozîsyonê ji 3 aliyên bakur, rojhilat û başûr ve derbasî wê bûn, rêjîm jî di çend taxên rojava de ma.

Di sala 2013an de, DAIŞ jî berev Helebê ve hat. Herweha hêzên Kurdî jî di taxên Helebê yên Kurdî de kom bûn û car caran şer ji wê demê ve di navbera herçar hêzên ku di Helebê de ne didome.

Guhertina mezin li Helebê, ji destpêka meha Sibatê ve çê bû, dema hêzên rêjîmê karîn dorpêça li ser herdu bajarokên Şîe li bakurê Helebê (Nibil û Zehra) rakin. Herwiha hêzên Kurdî jî karîn firokxaneya Minigê û heta bajarokê Tilrefatê kontrol bikin.

Şerê niha yê Helebê, ji 14 meha Nîsanê ve dest pê kir, dema rêjîm berve devera Melah ve ya nêzîkî taxa Şêx Meqsûd çûn û xwast riya Kastêlo ya sereke ji opozîsyonê re kontrol bike.

Herwiha DAIŞ hewl dide ku bigihe bajarê Ezazê û dest dane ser dergeha sînorî ya bi Tirkiyê re Bab el-Selamê. 

Ji 21 Nîsanê ve, rêjîma Sûriyê dest bi operesyonan li Helebê kiriye, ku heta niha bêhtir ji 250 kesî canê xwe jidest dane û bêhtir ji hezar û 500 kes birîndar in. civaka navdewletî jî hewl dide agirbesta li Sûriyê ji nû ve têxe warê cibicîkirinê, ku Heleb jî li xwe bigire.