Li Tirkiyê 33 rojnamevan di zîndanê de ne

Li Tirkiyê, mijara azadiya çapemeniyê, demeke dirêj e him li navwelêt û him li derveyî welêt di rojeva sazî û dezgehên rojnemavaniyê de cihê xwe digire. Li Stenbolê komeke saziyên rojnamevaniyê ragihandin ku li Tirkiyê çapemenî ne azad e û rojnamegeran di bin reşwên giran de karê xwe pêk tînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/270c6d27-a699-4196-8273-8a60c1282f8a/AzadiyaCapemeniye.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê, mijara azadiya çapemeniyê, demeke dirêj e him li navwelêt û him li derveyî welêt di rojeva sazî û dezgehên rojnemavaniyê de cihê xwe digire. Li Stenbolê komeke saziyên rojnamevaniyê ragihandin ku li Tirkiyê çapemenî ne azad e û rojnamegeran di bin reşwên giran de karê xwe pêk tînin.

Li ser azadiya çapemeniyê ya Tirkiyê, him ji aliyê saziyên li Tirkiyê him ji aliyê saziyên li welatên biyanî ve gelek rapor hatine amadekirin. Li gor rapora rêxistina rojnamevanên sînor nenas a sala 2016'an Tirkiyê der barê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 151'ê de cih girtiye.

Di roja azadiya çapemeniyê ya cihanê de ya 3'ê Gulanê de komeke rojnamevan li qada Galatasarayê ya Stenbolê li hev civiyan û kêşeyên hevkarên xwe anîn ziman.

Rojnamevan Îsmînaz Ergul ku 8 meh di girtîgehê de maye, diyar kir ku ji ber nivîsandina nûçeyekê der barê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got jî: “Li Tirkiyê medya ne azad e. Çimkî em ji ber nûçeyên xwe tên darizandin. Dema ez çûm Kurdistanê min di nûçeya xwe de got: Gelê Kurd li vêderê ber xwe dide. Bi panzêran, gule û çekan êrîşî gel tên kirin. Li ser vê der barê min de lêpirsîn hate destpêkirin.”

Li gor zanyariyên Sendîqaya Rojnamevanên Tirkiyê 33 rojnamevan di girtîgehê de ne. Ji wan 18 kes rojnamegerên ji çapemeniya Kurdî ne. Kesên tên desteserkirin, yan jî tên girtin bi îdiayên piştevaniya rêxistinên terorî û tehdelêkirinê hatine sûcdarkirin.

Rojnameger Fehîm Işik amaje kir ku li Tirkiyê desthilatdar dengekî cuda û li dijî polîtîkayên wan tiştekî were nivîsandin naxwaze. Herwiha Işik got: “Li welatekî çapemenî azad e, ji rewşa rojnamegeran bi hêsanî derdikeve holê. Îro 34 rojnamevan li zinadanan e. Nûçegihan bi tu awayî bi azadî nikarin kar û barên xwe bidomînin. Li vî welatî bi taybetî li bakurê Kurdistanê di demên dawî de jiyana xwe ji dest dan.”

Kêşeyeke din a rojnamevanan ew e, ku di medyayê de zêdebûna rêjeya betaliyê. Li gor amarên saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê 7 hezar rojnamevan betal in.