Li Tirbespiya teqîn:sê endamên Hêza Taybet birîndarbûn

Li gor daxuyaniya Hêza taybet a Asayîşê ev yekemîn care, otombîlên Hêza taybe têne armanc kirin.

K24-Qamişlo

Li ser rêya bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek çandî bi otombîla Endamên Hêza taybet a Asayîşa Rojava teqiya, di encam de 3ê kes birîndarbûn.

Derbarê teqêna wê bombeyê fermandariya Hêzên taybet a Asayêşa Rojavayê darxuyaniyek belavkir tê de wiha hatibû gotin:"Şeva borî Li ser rêya bajarokê Tirbespiyê bombeyek çandî bi otombîla Endamên Hêza taybet ya Asayîşa Rojava teqiya, di encam de 3ê endamên Hêza me birîndarbûn, birîna yek ji wan girane."

Li gor daxuyaniya Hêza taybet a Asayîşê ev yekemîn care, otombîlên Hêza taybe têne armanc kirin.