Bajarê Kilîsê careke din rastî roketên DAIŞ bû

Avêtina roketan ji aliyê çekdarên DAIŞê û Cebhet El-Nûsrayê ji Sûriyê hêla ku, Tirkiyê hêzeke zêde li wî bajarokî bicih bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Careke din bajrokê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê rastî roketên çekdarên DAIŞê û Cebhet El- Nûsrayê yên ku, ji aliyê Sûriyê vê têne avêtin.

Ewlehiya Tirkiyê ragehandin ku, welatiyên bajarokê Kîlîsê yê Bakurê Kurdistanê danê vê sibehê li ser dengê û teqîna roketan hişyar bûn, li gor medyaya Tirkiyê careke din çekdarên DAIŞê du roket avêtin bajarê Kilîsê, di encam de zirarên madî hebûn ji ber ku, ew roket li erdên vala teqiyan .

 Berî niha jî çar roket ji aliyê Sûriyê ve li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ketibûn, di encam de 3ê kesan canê xwe ji dest dabûn.

Avêtina roketan ji aliyê çekdarên DAIŞê û Cebhet El-Nûsrayê ji Sûriyê hêla ku, Tirkiyê hêzeke zêde li wî bajarokî bicih bike.