Davudoglu dê dest ji kar vekişîne ya na?

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê îro bi awayekî awart civiyan. Di civînê de pêşketinên dawî yên di nav AK Partiyê de tên gotûbêjkirin.

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê îro bi awayekî awart civiyan. Di civînê de pêşketinên dawî yên di nav AK Partiyê de tên gotûbêjkirin.

Hevdîtin di koşka Serokomartiyê de, demjimêr 18:00'ê de dest pê kir. Hat gotin ku piştî hevdîtinê, Davudoglu dê dest ji kar vekêşîne.

Beriya 4 rojan, 47 endamên Desteya Birêveber ya AK Partiyê ku ji 52 kesan pêk tê, erkên Davudoglu kêm kiribûn û hatibû gotin, ku ev yek bi fermana Serokomar Erdogan hatiye kirin.

Di civîna koma partiya xwe ya duhî de, Davudoglu kurt axivî û got, ti post nîne ku nikare dev jê berde, lê ew dixwaze siyaseteke paqij bimeşîne.

Erdogan jî, îro di civîna muxtaran de da xuyakirin, divê ti kes ji bîr neke ku çawa hatiye ser postê, lê diyar e hin kes berjewenidyên Tirkiyê dikin qurbanê îdeolojiyên xwe.

Hevdîtina piştî van daxuyaniyan girîng tê dîtin û şêwirmendên siyasî dibêjin, tê payîn Davuoglu dest ji erkên Serokwezîrtî û Serokatiya Giştî ya AK Partiyê vekêşe.