Li Stenbolê Dêra Surp Giragos a Ermenan xelateke navdewletî wergirt

Piştî sala 2010an ji bo nûkirina dêra dîrokî xebat hatin destpêkirin. Mîrata olî û dîrokî piştî restorekirinê bidestxistina xelatek ji civata xwe jî bê par nema.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/08cf9a23-4393-4c5c-932f-b4bb5eb6b472/Merasimen%20xelate.ism/manifest

K24-Stenbol

Dêra Surp Giragos a li Diyarbekirê ku, li Rojhilata Navîn wek dêra herî mezin a Ermenan tê zanîn bi mîmariya xwe ya nû, xelata restarosyonê ya Ewropa Nostra wergirtibû. Ji bo xelatdayînê merasîm li Amedê wê bihata kirin lê ji ber şerê li Sûrê merasîm li Stenbolê hat kirin.

Merasîma xelata Ewropa Nostra ya bo dêra Surp Giragosê ku, li Diyarbekirê dihat plankirin ji ber qedexekirina derketina derve, bi beşdariya şaredarê Diyarbekirê Firat Anli, Seroka Ewropa Nostra ya Tirkiyê Prof. Dr. Nuran Zeren Gulersoy û serkirdeyên civata Ermenan li Stenbolê hat kirin.

Dêra Sûrp Giragos, bi hevkariya civata Ermenan, zankoya Dîcleyê, parêzgeh û şaredariya Diyarbekirê û avahîsaz Fatma Meral Hanîfeoglu hat nûkirin.

Hevşaredarê Diyarbekirê ragihand ku bi alîkariyên gel û saziyên sivîl xelat hat dayîn.

Derbarê vê mijarê Hevşaredarê Diyarbekirê Firat Anli wiha ji K24ê re got:"Ev xebateke hevpar û hevbeş e. Weqfên me, şaredariya me, saziyên me yên sivîl, pisporên me yên zankoyê û gelê Amedê tev bi hev re careke din bi dilgermî û bi xebateke hevpar ev restoresyona mezin pêk anîn."

Di nav 263 xebatan de ku serî li Ewropa Nosrayê dabûn 28 proje hatin xelatdarkirin. Yek ji wan jî Dêra Sûrp Giragos bû.

Derbarê vê babetê -Avahîsaz Fatma Meral Halîfeoglu wiha axifî:"Bi taybetî Ermenên li Tirkiyê ji vê xelatê kêfxweş man. Bi vî awayî me mîrata xwe ya çandî parast. Li Amedê pir cimeata dêrê tune. Tenê wek îbadetxane nayê bikaranîn. Dêr li Diyarbekirê ji bo organîzasyonên çandî û hunerî jî girîng e."

Seroka Ewropa Nostra ya Tirkiyê Zeren Gulersoy da zanîn ku bi saya xebata hevbeş dêr hat xelatdarkirin.

Ji aliyê xwe ve Seroka Europa Nostra ya Tirkiyê Zeren Gulersoy wiha got:"Di vê dêrê de bi tenê ne serkeftina avahîsaziyê keda xirêtên saziyên civakî yên sivîl jî hene. Sedema herî mezin a xelat dayînê hevkariya saziyên cuda bû."

Di salên 1990î de dêra Ermenan ber bi hilweşandinê bû û nedihat bikaranîn. Piştî sala 2010an ji bo nûkirina dêra dîrokî xebat hatin destpêkirin. Mîrata olî û dîrokî piştî restorekirinê bidestxistina xelatek ji civata xwe jî bê par nema.