Erdogan rêkeftina ligel Ewropayê dixe metirsiyê

Di dawiya hefteya borî de gotinên Serokkomarê Tirkiyê yên wek "tu rêya xwe, ez rêya xwe" alozî çêkir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2ef42c23-d62e-4857-a889-d8eedaf30c11/MeseleyaVizeyan.ism/manifest

K24-Enqerê

Di babeta vîzeyên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de piştî pêngava yekem ya erênî, di dawiya hefteya borî de gotinên Serokkomarê Tirkiyê yên wek "tu rêya xwe, ez rêya xwe" alozî çêkir. Erdogan bi zimaneke tûnd li dijî daxwaza Ewropayê ya li ser yaseyê derket û herwiha rêkeftin kete xeteriyê.

Tirkiye ev demeke dirêje di babeta penaberan de digel Yekîtiya Ewropayê di nava gotubêjan de ye. Herî dawî di navbera herdu aliyan de li ser çend xalan rêkeftinek pêk hat ku yek ji wan serbestiya vîzeyan bû. Lê belê Ewropayê di çarçoveya pêkanîna vîzeyan de guhertina yaseya têkoşîna li dijî terorê jî ajote pêş, di dawiya hefteyê de ji Erdogan bersiv bo Ewropayê hat û Erdogan bi zimanekî tûnd li dijî daxwaza Ewropayê derket.

Akademîsyen Murat Erdogan dibêje, di têkîliyên herdu aliyan de wê lawazbûnek pêk bê, lê belê ji ber şexsekî yekser têkçûn ne mûmkîn e.

Derbarê vê mijarê Akademisyen Murat Erdogan-wiha ji K24ê re got:"Ewropa di wê metirsiyê de ye ku piştî serbestiya vîzeyan hejmareke mezin ya Kurdan biçe Ewropayê û paşî jî serlêdana îltîcayê bikin, hingê Ewropa jî mecbûr dimîne ku wan kesan qebûl bike, loma dixwaze Tirkiye yaseyê biguherîne."

Tirkiye û Yekîtiya Ewopayê ji sala 1959an ve di nava têkîliyên dîplomatîk de ne, 5.5 milyon welatiyên Tirkiyê li Ewropayê dijîn û di rayagiştî ya Tirkiyê de hêviyek mezin li ser beşdarbûna Tirkiyê ya bo YEyê heye. Lê belê wisa diyar e ku pirsgirêka dawî rêkeftinê zehmet dike. Yaseya ku Ewropa û Tirkiye li ser ketin nakokiyê kesên ku di çarçoveya sûcên terorî de tên darizandin dihewîne.

Huquqnas Abdullah Koç wiha ji K24ê re axifî:"Yaseya 'Têkoşîna Li Dij-Terorê' gelek berfireh e, sûcek teqez ne diyar e, Piştî sekinandina proseya aştî jî hemu Kurdên ku hatin darizandin di çarçoveya vê yaseyê de hatin darizandin. Ew kesên ku bi vê yaseyê tên tohmetbar kirin jî dikarin mafê xwe li derveyî welêt bigerin. Di mînaka Ewropayê de jî em bêjin bi awayekî hêsan dikarin biçin Ewropayê."

Piştî gotinên Erdogan Wezîrê Tirkiyê yê Derve Mevlut Çavuşoğlu jî alozî nirxand û got "piştî pêk anîna 69 şertan daxwazek wiha neheqî ye, biborin lê hun tenê vîzeyekê radikin." Herwiha bi munasebeta roja YEyê Serokkomar Erdogan daxuyaniyek ragihand. Erdogan di daxuyaniya xwe de helwesta xwe ya tund nerm kir û ji Ewropayê xwest ku prosesa tevlîbûna Tirkiyê ya bo YEyê bileztir bibe û şert û mercên giran yên ku bo Tirkiyê têne diyarkirin siviktir bibin. Ev daxuyaniya Erdogan ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve wek bipaşve gav avêtinekê cih girt. Li aliyê din jî alozî di çapemniya derve de jî wek "gûftugo ketin xeteriya sekinandinê" hate nirxandin.