Ahmet Davutoglu ji hevkarên xwe xatir xwest

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di 5ê Gûlanê de biryara kongireyek awarte sitandibû û diyar kiribû ku, ew di kongireya AK-Partiyê de nabe namzet.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji tîm û hevkarên xwe yên nêzik ên Serokwezirtiyê xatir xwest.

Davutoglu duh şev, li paytexta Tirkiyê Enqereyê Koşka Çankayayê bi boneya dev ji kar berdana xwe resepsiyonek da hevkarên xwe yên xebatê û karmendên Serokwezîrtiyê.

Di resepsîyonê de hevjîna Serokwezîr Davutoglu, Sare Davutoglu jî cih girt.

Resepsiyon berevajî xatirxwestinên Davutoglu yên heta niha ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di 5ê Gûlanê de biryara kongireyek awarte sitandibû û diyar kiribû ku, ew di kongireya AK-Partiyê de nabe namzet.