3 mûşekên grûpên îslamî li Efrînê dikevin

Piştî grûpên îslamî bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ragihandin, bi 3 mûşekan Efrîn armanc kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî grûpên îslamî bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ragihandin, bi 3 mûşekan Efrîn armanc kirin.

Li gor çalakvanên bajarê Efrînê, ku îro danê nîvro, 3 mûşekên grûpên îslamî “Katyoşa” li Efrînê ketin, yek ji nava wan jî li malekê ket, ji ber xwediyê male jî me male bûn, ti ziyanên canî nebûn.

Roja 12 Gulanê, Ketîbeya 13 ya ku ji Ceyş el-Sune veqitiya ye, di daxuyaniyekê de gef li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwar û bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ji xwe re ragihand.

Herwiha pêr jî grûpên îslam bajarê Efrînê bi 3 mûşekan armanc kiribû, lê ti ziyanên canî nebûn.

Herwiha duh, Asayişa Efrînê daxuyaniyeke hişyariyê belav kir û daxwaz ji welatiyên Efrînê kir, ji malên xwe dernekevin, heger dengê teqînan jî hate bihîstin, ber bi qatên binî yê avahiyan biçin.