Endama PYDê: Divê ENKSê destê xwe nexe destê dijminê me

Endameke Komîteya Cibicîkar ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nameyekê arasteyî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike û dibêje: “Em ji ENKSê dixwazin ku lêvegerekê ji xwe çê bike û destê nexe destê dijminê me.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endameke Komîteya Cibicîkar ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nameyekê arasteyî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike û dibêje: “Em ji ENKSê dixwazin ku lêvegerekê ji xwe çê bike û destê nexe destê dijminê me.”  

Endama Komîteya Cibicîkar ya PYDê Beşîra Derwîş derbarê sedsaliya peymana Sykes Picotê de ji K24ê re ragihand, Sykes –Picot rojeke tarî bû di dîroka gelê Kurd de, ku Kurdistan di navbera hêzên navnetewî de hate perçekirin, bo xêr û sermiyanê Kurdistanê dagîr bikin.

Herwiha Derwîş got jî: “Piştî şerê yekemî û têkçûna dewleta Osmanî, hin rêkeftinên bi dizî hatin çêkirin, ku peymana Sykes – Picot û bi pîrozbahiya qeyseriya Rûsî hate îmzekirin.”

Derbarê perçebûna Kurdistanê li ser çar welatan de, Derwîş diyar kir, tevî sînorên ku ji aliyê Sykes – Picotê hatine danîn, lê Kurdistan yek perçe ye, lewre ev sedsalî derbas bû û nema vedigere. Li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û niha projeya federalîzmê cibicî dibe, ku sînorê Sykes – Picotê hatiye derbaskirin.

Derwîş amaje bi çar perçeyên Kurdistanê kir û got ku, li her peçeyekê heger miletê wê çi bixwaze, ew rêzê lê bigirin û pîroz bikin.

Derwîş derbarê rêkeftina bi ENKSê re got: “PYD her demê destê wê ji biratiyê re vekiriye. Em dibêjin ku peymana Sykes –Picotê nemaye, ma emê çawa Sykes –Picotê di navbera xwe de çê bikin. Me gelek rêkeftin ligel ENKSê kirin (Hewlêr 1 û 2, Dihok) her tim me ji ENKSê xwast heger çi nêrînên wan hebin, bo guhartinê di sîstema Rêveberiya Xweser de çê bikin, lê ew tenê li ser maseyan ma. Em dîsa dibêjin deriyê me vekiriye ji biratiyê re.

Derwîş nameyek arasteyî ENKSê kir û got jî: “Em dixwazin nameyekê ji ENKSê re bişînin, ku dema ENKSê cihê xwe di Îtîlafa Sûrî de digire, Îtîlav ji destê wê di kuştina gelê Kurd de heye, çi li Şêx Meqsûd û Ezaz û li sînorên Rojavayê Kurdistanê, em ji ENKSê dixwazin ku lêvegerekê ji xwe çê bikin û destê nexin destê dijminê me.”