Di rojeva Parlamentoya Tirkiyê de rakirina parêzbendiyan

Serdozgeriyên Tirkiyê, heta niha, derbarê 51 parlamenterên CHPê, 27 AK Partî, 9 MHP û parlamenterek serbixwe de biryarnameya rakirina parêzbendiyan arasteyê Parlamentoya Tirkiyê kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Rakirina parêzbendiya parlamenteran îro tê rojeva Parlamentoya Tirkiyê, 667 doseyên rakirina parêzbendiyan hene.

Cîgirê Serokê koma AK Partî Bulend Turan da xuyakirin, wek berê hatiye plankirin, îro, mijara rakirina parêzbendiyan dê were rojeva Parlamentoyê û da zanîn gera dengdana duyemîn jî roja înê dê were kirin.

Niha li Parlamentoya Tirkiyê 667 dosyayên rakirina parêzbendiyan hene û ji wan 405 dosye derbarê parlamenterên HDP'ê de ne.

Derbarê 50 parlamenterên HDP'ê de daxwaza rakirina parêzbendiyan hatiye kirin ku tevahiya parlamenterên HDP'ê 59 kes in.

Serdozgeriyên Tirkiyê, heta niha, derbarê 51 parlamenterên CHPê, 27 AK Partî, 9 MHP û parlamenterek serbixwe de biryarnameya rakirina parêzbendiyan arasteyê Parlamentoya Tirkiyê kirine.