Bandora rakirina parêzbendiyan li ser raya giştî ya Tirkiyê

HDPê ji bo piştgiriyê bangî CHPê kiribû, lê belê helwesta CHPê neyînî ye. Biryar, piştî pesendkirina serokomarêTirkiyê dê dirojnameya fermî de bê weşandin û bivê yekê bikeve fermîyetê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/62f0acbf-7054-42cf-b22f-481fa1b5b849/RakirinaParezbendiyan.ism/manifest

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê piştî yaseya kumertala parêzbendiyan li ser parlamenteran radike li parlamentoyê hat pejirandin û bandora yaseyê ya li ser pêşerojê dest biaxaftinê kir. Di encama guhertinê de çawaniya Siyaseta Kurd tê meraq kirin. herwiha parêzbendiyan li ser raya giştî jî bandorek çêkir.

Li Tirkiyê di gel rakirina parêzbendiyan prosesa krîtîkjî destpê kir. Yaseya ku, niha li benda pesendkirina serokkomar e û piştî erêkirina Recep Tayyip Erdogan dê bi awayekî fermî cihê xwe didestûrê de bigire. Li ser Bandora fezlekeyên ku, piraniya wan parlamenterên HDPê dihewîne ya bo siyaseta Bakur jî bi awayên cuda tê nirxandin.

Derbarê vê mijarê Akademisyen Bilal Sambur wiha got:"baweriya gelê Kurd ev e ku, careke din maseya aştiyê ava nebe. Şer dê gelek xurt bibe., şer û pevçûn dê zaf zêde bin. Gelê Kurd vêga zaf di bin tirseke mezin de ye."

Li aliyê din rakirina parêzbendiyan di rojeva raya giştî de jî cihekî berfireh girt. Lêkolînerê civakî Mehmet Ali Kulat dibêje raya giştî ev demek dirêj bû rakirina parêzbendiyan dixwest û heger bo guhertinê referandum li dar biketa dê birêjeyeke ji sedî 70 bihataya erêkirin

Derbarê vê mijarê de Serokê Kompanya ya Rapirsînan ya MAKê Mehmet Ali Kulat wiha axifî:"Bi taybet kiryarên parlamenterên HDPê gelekî hêrsa welatiyênTirkiyê kişandibû. Gel amade bû ku, parêzbendiyan rake, lê ev yek liparlamentoyê pêk hat. Lêkolînên me nîşan didin ku geşedan ji aliyê gel ve bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin."

Ji aliyê din ve fraksiyona HDPê jî xwe amade dike ku, rakirina parêzbendiyan bê betalkirin. HDPê diyar kir ku, ew ê serî li dadgeha bilind didin lê belê piştgiriya 52 parlamenteran jî bo wan pêwist dike.

HDPê ji bo piştgiriyê bangî CHPê kiribû, lê belê helwesta CHPê neyînî ye. Biryar, piştî pesendkirina serokomarêTirkiyê dê dirojnameya fermî de bê weşandin û bivê yekê bikeve fermîyetê.