Li Diyarbekirê Erdogan Amerîka şermezar kir

Şandeya Serokkomar piştî serdanên xwe di saetên êvarê de dîsa vegeriyan Enqereyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0da10ec4-ab30-4c80-8fff-a4f3b3fdf92b/SerokKomareTirkiyeAmerikaShermezarKir.ism/manifest

K24-Diyarbekir

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Diyarbekirê beşdarî hin vekirinên razemeniyan bûn. Erdogan, Dewletên Yekbûyîn Yên Amerikayê ji ber piştgiriya YPG'ê û PYD'ê li Sûrî, bi zimanekî tûj şermezar kir. Bînalî Yildirim jî Hevşaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanak bi piştgiridayîna PKK'ê tawanbar kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim,  li gel 7 wezîr û parlementerên AK Partiyê hatin Diyarbekirê û li Parqa Bîrdarî ya li ber derê Parêzgeriya Diyarbekirê ji xelkê re axivîn.

Serokkomar Erdogan got; "Ez ji Diyarbekirê gazî dikim; yên ku, di NATOyê de bi me re dost in divê bi nîşaneyên YPGê leşkerên xwe neşînin Sûrî û nikarin bişînin." Erdogan, gazî şervanên di nava hêzên PKK'ê de ne jî kir û got; "Guhdariya dengê dayîk û bav ên xwe bikin û dev ji wan berdin." Serokkomar Erdogan, li ser rakirina parêzbendiya parlementeran jî axivî û HDP wiha rexne kir: "Ev milet dibêje bila parlementerên HDP'ê bi baca ku, em didin mûçeyê nestînin. Parêzbendî rabû û wan jî dest bi reva derveyê welêt kir in."

Serokwezîr Bînalî Yildirim jî behsa razemeniyên ku, di 14 sal ên di heyama desthildariya AK Partiyê de kir û got; "Tenê bihayê 116 razemeniyên ku îro têne vekirin derdorê 600 milyon lîre ye." Yildirim, PKK jî bi zimanekî tûj rexne kir wiha axivî: "Bila gelê me rihet be, em ê belaya terorê ji rojeva Tirkiyê derxînin. Pirsa Kurd ne pirsa PKK'ê ye, ew pirsa Tirkiyê ye. " Di rojeva Yildirim de qedexe, şer û aloziyên li ser Sûrê jî hebûn li ser vê mijarê jî wiha axivî: "6 tax bi bombe, xendek û berbest an xirakirin, 4 hezar malbat ji cih û warên wan kir in. Lêbelê em ê birînên xelkê derman bikin û zirarên esnafan bidin. "

Di 5 meh ên dawî de li navenda Diyarbekir û navçeyên wê 8 wesayitên bombebarkirî hatin teqandin. Ji ber wê yekê ji bo parastina şandeya Erdogan, di nava bajêr de 8 Hezar û 500 polîsan bi awayeke berfireh tedbîrên ewlekariyê standin. Gelek rêyên bajêr ji hatûçûna trimbêlan re hatin girtin. Li ser rêyan derketin û têketina bajêr xalên ewlekariyê hatin danîn. Li ser serbanên bilind segvan hatin bicihkirin. Piştî lêgerînên hûr xelkê dikarî derbasî qada mîtîngê bibin.

Piştî merasîma li Diyarbekirê Serokkomar û Serokwezîr bi şanda li gel wan bi firokeyê derbasî Gundê Herbecînê yê ku, di 12ê Gulanê de di encama teqînekê de 16 gundiyan canê xwe ji dest dayîn bûn û sersaxî li gundiyan dan.  Şandeya Serokkomar piştî serdanên xwe di saetên êvarê de dîsa vegeriyan Enqereyê.