Malperrek a Birîtanîyayî behs ê azayî ya Peyamnêr û staf a Kurdistan24 dike
K24- Hewlêr
Malperr a Mîrer a Birîtanîyayî wêne ya nûçegihanê Kurdistan24 Hoşmend Sadiqî danaye û li ser nivîsîye, di demek a diramatîk de nûçegihan ê Kurdistan 24 bi dûrî ya çend sed metran diderkeve, di wê demê de ku hêz ên Pêşmerge otombîlek a bombkirî ya Daişê di teqînin.
Mîrer a Birîtanîyayî herweha nivîsîye: ew nûçegihan ku kinceek a gullebend li bere û li pişt wî teqînek mezin rû dide û dûkêlek a reş a mezin ber bi asaman diçe, lê ew pexşê nabirre û bûyerê bo bîneran diveguhêze.
Duhî li dem a rûmalkirin a pêşveçûn ên Pêşmerge li mihwer a Xazir, di dem a ku çend otombîl ên bumberêzkirî yên Daişê divîyan xwe bi karwan hêz ên Pêşmerge ve bi teqînin, ji alî yên Pêşmerge ve bi çek ê Mîlan hat teqandin û nûegihanê Kurdistan 24 di dem a wê teqîn a mezin berdewam bû li ser weşan a telefizyûnî û rûmalkkirin a şerr û bîneran bi rê ya Kurdistan 24 ew dîmen a karîger dîtin.