Sê teqîn li Bexdayê rûdan
K24- Hewlêr
Çavkek ji polîs ên Îraqê ragehand. Bi eger a teqîn a otombîlek a bombrêjkirî li yek ji tax ên bakûr a Bexdayê 11 kes hatin kuştin û 18 yên din birîndar bûn
Hevdem li dever a Nehrewan li rojhilat a Bexdayê û li nêzîk dever a Pîşesazî bombek a çandî teqî û bû eger a can ji destdan a 6 kesan û birîndarbûn a hijmarek a din.
Ewî çavkî ragehand jî, li dever a Sedir jî Matorsiklek a bombrêjkirî teqî û bi eger a wê jî 4 kesan can ê xwe ji destdan û 9 kes ên din jî birîndar bûn.
Her evro bi eger a van teqînan hêz ên asayîşî rê yên çûne Dever a Kesk daxistine.
Li destpêk a Opersyûn a kontirolkirin a bajarok ê Felûce, fermandar ên serbazî yên Îraqê ragehandibûn ku ev opersyûn hêriş ên tîroristî bo nav Bexdayê lawaz û kêm kirîne, lê tenê di dem a heftîyek a destpêkirin a evê operasyûnê de 5 teqîn li Bexdayê rûdane.