Nêçîrvan Barzanî: Çaresrkirin a tengije ya abûrî pêdivî bi pilan a bineretî heye.

Serok ê Hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand: Hemû ew eger ên bûne hokar ê serhildan a tengije ya Darayî li derve yê desthilat û vîyan me bûn û dakevtin a nirx ê petrolê jî rewş dijwartir kir,. Behs a wê yekê jî kir ku çareserkirin a tengije ya abûrî ya Herêm a Kurdistanê pêdivî bi pilanek a binetî ye.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Serok ê Hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand: Hemû ew eger ên bûne hokar ê serhildan a tengije ya Darayî li derve yê desthilat û vîyan me bûn û dakevtin a nirx ê petrolê jî rewş dijwartir kir,. Behs a wê yekê jî kir ku çareserkirin a tengije ya abûrî ya Herêm a Kurdistanê pêdivî bi pilanek a binetî ye.

Di pişkdarî ya xwe de li konfirans a nexşerê ya rîform a abûrî ya Herêm a Kurdistanê, di gotarekî de Nêçîrvan Barzanî serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê got: Ragehandin a pilan a rîformê , tekez û rijtî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê ye li ser rîform  û baştirkirin a rewş Herêm a Kurdistanê ji hemû rûyan ve. Herêm a Kurdistanê di demek a kurt de hevrûşî gelek qebû (tehedî)yên dijawar bû.

Nêçîrvan Barzanî ronahî xist ser eger ên serhildan a tengije ya darayî ya Herêm a Kurdistanê û got: Sera xercî yên rojane yê cengê, zêdetir ji milyonek û 800 hezar penaber ji Surya û hindûrî Îraqê hatîne Herêm a Kurdistanê. Bi vî awayî jî 28% rêje ya danîşvan ên Heerêm a Kurdistanê zêde bûye ku pêdivî bi pêşkeşkirin a hemû cor ên xizmetguzarîyê ye. Evê yekê çend qatan(caran) rewş a darayî ya hikumet a Herêmê girantir û dijwartir kirîye. Ew a ku bi yekcarî kawdan alozkirîye dakevtin a nirx ê oetrolê ye ku ji hemû hokar ên din zêdetir karîgerî hebûye li ser Herêm a Kurdistanê.

Serokê hikumet a Herêm a Kurdistanê, got jî: Hemû ew hokar ên ku bûne eger a serhildan a tengije ya darayîyê ji derve yê desthilat û vîyan a me bûne, lê ev ewê yekê nagehêne, wek ber jî min behs kirî, ku hikumet a Herêm a Kurdistanê di sîstem a kargêrî ya darayî ya xwe de arêşe û kêmasî nebûene.

Di pişkek a dî ya gotar a xwe de Nêçîrvan Barzanî, got: hikumet a Herêm a Kurdistanê pêdivî bi nexşerê û pilan a rîform a bineretî û daray û abûrî û kargêrrî heye daku li ser ser standard û zanist ên nêvdewletî û bi harîkarî û çavdêrî ya alî yên peywendîdar ên nêvdewletî amade bihê kirin, pilanek ku xelk ê nedar û kêm deramet bihê paraztin.