Gelo têkiliyên Tirkiye û Amerîka ber bi ku diçin?

Li gorî pisporan Amerîka têkiliyên xwe yên digel YPGê qût nake û bi vê yekê eger heye ku, Tirkiye rêyên nû bide pêşiya xwe. Ji van rêyan yek jî girtina baregeha Încirlikê ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/abd57b9a-88bd-4007-bc2b-9d2fb9cfcfdd/TekiliyenTirkiyeUEmerikaye.ism/manifest

K24-Enqerê

Ev demeke dirêje di têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de ji ber lihevçûna politikayên her du dewletan yên li Sûriyê alozî heye. Stratejîstên pispor sedema bingehîn ya vê aloziyê û aqûbeta têkiliyên her du dewletan ji bo Kurdistan24ê nirxandin.

Amerîka û Tirkiyê bi salan e 2 dewletên hevpeyman e ku di wextê de têkiliyên gelekî baş danî ne. Lê belê di saleke dawî de ev têkiliyên di navbera her du dewletan aloz dibe û car caran daxuyaniyên bi wî rengî tê dayîn ku têkiliyên her du dewletan ji binî ve qût bibe. Bi taybetî jî di mijara YPGê de her du dewlet hev du bê minet dike.

Rayedarên Tirk YPG wekî rêxistineke terorî dibîne û ji Amerîka dixwaze ku piştgiriya xwe ya ji bo wê qût bike. Heta Tirkiye dixwaze Amerîka di navbera wan û YPGê de biryara xwe bide ku kîja hevpeymanê wê ye.

Lê belê rayedarên Amerîkî her dubare dikin ku YPG hevkarê wan yê herî xurt e ku li hemberî DAIŞê tê dikoşe û dibêje ew ên piştgiriya xwe ya ji bo YPGê berdewam bike. Gelo têlikiyên Tirkiyê û Amerîka dê bi temamî qût bibe? 

Derbarê vê babetê Stratejîstê Pispor yê Rojhilata Navîn Birol Akgûn wiha got:"Baweriya Tirkiyê bi YPGê nayê û ji ber YPG baweriya wê bi Amerîka jî nayê. Lê belê gava em dinerin di têkoşîna li hemberî DAIŞê baweriya Emerîka gelekî bi YPG tê. Ev yek jî di têkiliyên Amerîka û Tirkiye dibe girêkeke mezin. Dibe ku ev yek rêyeke din li ber Tirkiyê veke. Lê belê têkilî zûbizû qut nabe."

Herî dawî jî leşkerên Amerîkî bi armayên YPGê beşdarî operasyona Reqqa bûn ku Tirkiyê nerazîbûneke tund nîşan da û careke din bangî Amerîkayê kir ku biryara xwe ya dawî bide. Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got; "heger piştgiriya wan ya bo YPGê berdewam bike em ê derdê xwe bi xwe çareser bikin." Bi van daxuyaniyên rayedarên Tirkyên dawî pirsa: "Gelo Tirkiye li rêyeke nû digere?" kete rojevê.

Derbarê vê yekê Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan wiha axifî:" Amerîka dibîne dest û nigên Tirkiyê girêdayî ne û nikare tiştekî zêde bike. Lê di rewşeke wisa de ku cih li Tirkiyê teng bûye, dibe ku Tirkiye gaveke wiha biavêje ku, kesek jê hêvî neke. Wek mînaka xistina firokeya Rûs. Yanî dibe ku Tirkiye muxaleyî Sûriyê bike. 

Li gorî pisporan Amerîka têkiliyên xwe yên digel YPGê qût nake û bi vê yekê eger heye ku, Tirkiye rêyên nû bide pêşiya xwe. Ji van rêyan yek jî girtina baregeha Încirlikê ye. Ji ber ku firokeyên Amerîka yên ji baregehê radibin, piştgiriya YPGê dike ku bi pêş ve biçe û ev yek jî Tirkiyê gelekî aciz dike.