Parlementerên CHPê banga "serhildanê" kir

CHP êya ku, heta niha di derbarê şerê ku, li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dike, heta binpêkirina mafê mirovan û ji guhertina yaseya parêzbendiyê heta guhertina "pergalê" bêdeng maye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/45a02743-2052-436d-b064-7d6b3b3aca28/CHPBangSerhildan.ism/manifest

K24-Enqerê

Siyaseta Tirkiyê vê carê bi ceryanê verciniqî. Yaseya ceryanê ya nû li rastî nerazîbûna parlementerên CHPê hat. Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgûr Ozel îdea kir ku, bi vê yaseyê welatî tên xapandin û ji lewre jî banga raperînê li gel kir.

Li Tirkiyê di rojên dawîn de nîqaşa faturayên ceryanê ya ku di rojeva welatiyan de ye her diçe gurtir dibe. Darêzgeriyê jêbirîna pereyê ceryana qaçax û windayî ya ji welatiyan qedexe kir. Li ser vê yekê ji aliyê parlementerên partiya desthiladar AKPê ve ji bo ku pareyê ceryana qaçax û windayî ji welatiyan bê birîn û pêşî li dozvekirina kompanyayên ceryanê belavdikin bê girtin, pêşniyara yaseyê hate amadekirin. Yase, li parlementoyê de rastî nerazîbûna partiyên muxalefetê, bi taybetî jî rastî nerazîbûna CHPê hat. CHPya ku heta niha di derbarê şerê ku li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dike, heta bênpêkirina mafê mirovan û ji  guhertina yaseya parêzbendiyê heta  guhertina "pergalê" bêdeng maye, lê ji bo ceryanê bang ji gel kir da ku raperin û  li berxwe bidin. Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgûr Ozel îdea kir ku li tu deverên cîhanê yaseyên bi vî rengî tune ne û daxwaz ji Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirm kir ku vê yaseyê bişûnde vekişîne.

Derbarê vê mijarê  Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgûr Ozel wiha got:"Ji bo ku ev yase derbas bibe em nizanin ka dê zextê çawa li ser koma AKPê bên kirin. Lê belê li dijî vê yaseyê em bangê li gel dikin ku rapere û li berxwe bide. Ew kesê ku li hemberî vê yaseyê ranepere dê ji bo çi rapere? Ew kesê ku dixwaze berê xwe bide rûyê hilbijêrên xwe bila teqez divê ji bo vê yaseyê dengê "erê" nede.

AKPê jî îdia dike ku jiber qeçaxiyê û tevdîrên li ber qaçaxiyê lêçûnên heyî zêdetir dibin. Ji lewre wan pêdivî bi vê yasayê dîtiye ku pêşiniyara vê guherandinê kirine. Parlamenterê AKPê Haci Ozkan ev îdiayên CHPê red kir.

Derbarê vê yekê Parlementerê AK Partiyê Haci Ozkan wiha axifî:"Bi vê yaseyê dê pêşî li bikaranîna ceryana windayî û qaçax bê girtin. Ji bilî vê yekê wê ev yase pêşî li veberhênanên derbarê enerjiyê de jî ku tên kirin veke."

Pêşniyara guherandina yaseya ceryanê di nava siyasiyan û welatiyan de rê li ber metirsiyan vekir. Li gorî vê yaseyê dibe ku hindek kompanyayên ceryanê û welatî ji vê yaseyê zirareke mezin bibinin. Gelek kes li bendeyi wê yekê ne  piştî ev yase li parlamentoyê hate peşirandin serî li dadgehê bidin da ku vê yaseyê betal bikin.