Derwîş: Civata Leşkerî ya Minbicê wî bajarî rizgar dike

Berdevkê Civata Leşkerî ya Minbicê dibêje, hêza Civata Leşkerî ya Minbicê bi operesyona rizgarkirina Minbicê radibe, HSDê jî tenê destekê dide wê hêzê, rêjeya Kurd di wê operesyonê de tenê ji sedî 25 e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Civata Leşkerî ya Minbicê dibêje, hêza Civata Leşkerî ya Minbicê bi operesyona rizgarkirina Minbicê radibe, HSDê jî tenê destekê dide wê hêzê, rêjeya Kurd di wê operesyonê de tenê ji sedî 25 e.

Berdevkê Civata Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji K24ê re ragihand, ku operesyona rizgarkirina Minbicê duh dest pê kir, îro jî hat ragihandin, opersyon jî du aliyan ve, ji aliyê pireya Qereqozak û ji aliyê bendava Tişrînê ve dest pê kiriye.

Derwîş amaje kir, ku encûmena Civata Leşkerî ya Minbicê ji 2 mehan ve hatiye ragihandin û hevahengiyê ligel Hevpeymaniya Navdewletî dikin. herwiha hêzên beşdar jî di roperesyona kontrolkirina Minbicê ji pêkhateyên Ereb in wek (Şem el-Şemal, Cund el-Heremên, Kombûna Lîwayên Feratê, Swar Minbic) ku ev hêz hemû jî ji xelkên Minbicê ne.

Derwîş amaje bi wê yekê kir, ku ji ber hêzên ku di peresyona rizgarkirina Minbicê beşdar in, hemû welatî û pêkhateyên Minbicê ne, ji Kurd, Ereb, Tirkmen û çi pêkhateyên din bin, lewre ewê di wî bajarî de bimînin û xelkê sîvîl jî dê Minbicê birêve bibin.

Derwîş diyar kir jî, ku hêza Civata Leşkerî ya Minbicê bi operesyona rizgarkirina Minbicê radibe, HSDê jî tenê destekê dide wê hêzê, rêjeya Kurd di wê operesyonê de tenê ji sedî 25 e.

Derbarê giringiya Minbicê de Derwîş da zanîn, ku ew mezintirîn bajar e li parîzgeha Helebê ye. bi kontrolkirina Minbicê dê tevahiya riyên derbaskirina allîkariyan ji DAIŞê re li parîzgeha Helebê werin birîn û rê li ber kontrolkirina Cerablus, Bab û ta Mariê were vekirin.