Operasyona kontrolkirina bajarê Minbic berdewam e

Di encama pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêkhateyên civata leşkeriya Minbicê, nêzîkî 23 gund hatin kontrolkirin û bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herweha 7 çekdarên DAIŞê jî dîl di destê wan de ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d5a56502-1952-4105-bbdc-1a336d53b287/menbic.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêkhateyên civata leşkeriya Minbicê, nêzîkî 23 gund hatin kontrolkirin û bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herweha 7 çekdarên DAIŞê jî dîl di destê wan de ne.

Operasyona kontrolkirina Minbicê, di 31ê Gulanê de ji 2 aliyan ve  destpêkir. Ji aliyê Pira Qereqozakê ku bi 15 k.m pêşve çû ne,

ji aliyê bendava Tişrînê jî 12 k.m pêşve çûne.

Ji bilî HSDê gelek hêzên din di vê  operasyonê de, di bin sîya civata  Leşkerî ya bajarê Minbicê de şer dikin. Ku piraniya wan xelkên Menbicê ne. weke hêzên (Şems el-Şaml, Lîwaya Tirkmenên Minbicê, Şorşgerên Minbicê, Kombûna Lîwaya  Firatê  û hin pêkhateyên din.

Ji sala 2014 ve, Minbic ketiye dibin destê çekdarên DAIŞê de.

Giringiya devera Minbicê, ji bilî ku ew mezintirîn bajar e li parîzgeha Helebê ye, bi kontrolkirina wê dibe ku rê li ber HSDê bê vekirin, da ku ji heryek ji Cerablus, Bab û ta Mariê kontrol bike, wê demê jî ji Kobanê ta Efrînê  dê were kontrol kirin.

Ji ber ku bi kontrolkirina Minbicê dê tevahiya riyên derbaskirina allîkariyan ji DAIŞê re li parîzgeha Helebê werin birîn, ku ji bo wê  deriyrekî sereke ye, ji bo derbaskirina çekdarên biyanî, herwiha ji bo derbaskirina  alîkarî û çekan.

Ev yek jî, ji zû ve cihê dudiliya Tirkiyê ye, ku berdewam ew gefan ji vê yekê dixwe, nemaze  berê wê hewl dabû ku Minbic têxe nava devera aram ya ku wê pişinyar kiribû.

Opozisyona Sûriyê jî, vê operasyonê dibîne karekî tenê ji aliyekî ve hatiye pêkanîn û gerek e şerên bi vî rengî ji tevahiya pêkhateyên deverê were kirin û ne tenê aliyek. Herwiha dibêje pêwîst e çawa Amerîka piştgirya HSDê dike, piştgiriya hêzên opozisyona miyanrew jî bike, ku ji destpêkê de opozisyonê û  artêşa azad şerê DAIŞê kirine.