Aşton Karter :HSD dê navçeya Minbicê kontirol bike

Operasyona Minbicê di 1ê vê mehê de, bi beşdariya 13 hezar şervanên HSD û piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî, destpê kiribû berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter, ragehand ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi piştgiriya, Hevpeymaniya navdewletî wê navçeya Minbicê kontrol bikin

Derbarê vê mijarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser operasyona Hêzên Sûriyea Demokratîk (HSD) û Amerîkayê ya li Minbicê, dazanîn ku, Minbic navenda DAIŞê ya endamên biyanî ye, li wê navçeyê gelek endamên rêxistinê yên biyanî hene.

Carter aşkere kir ku, endamên rêxistinê li êrîşên ser Ewropa, Amerîka û Tirkiyê jî li wê navçeyê birêve dibin.

Carter di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi operasyona HSD û Amerîkayê li Minbicê kir ku, şervanên ku, di operasyonê de cih digrine li ser  kontirolkirina  navçeya Minbicê ya stratejîj rijdin.

Operasyona Minbicê di 1ê vê mehê de, bi beşdariya 13 hezar şervanên HSD û piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî, destpê kiribû berdewam dike.