li himberî biryara parlamenteroya Elmanyayê nerazîbûn derket

Herî dawî Parlamentoya Ewropayê di Nîsana 2015an de bûyer wekî "Jenosîdê" qebûl kir bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/124084bd-7ec8-4e13-a07b-1676dc6f37e3/LiHemberBiryaraParlamentoyaAlmanNerazibun.ism/manifest

 

K24-Enqerê

Biryara Parlamentoya Elmanya ku, bûyerên sala 1915an yên li Dewleta Osmanî wekî jenosîdeke li hemberî Ermanan qebûl dike liTirkiyê bû cihê nerazîbûnê. Hin komele û sendîkayan li pêşiya Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê bi çalakiyekê biryara parlamenteroya Elmanyayê şermezar kirin.

Parlamentoya Federal ya Almanya ew reşnîvîs qebûl kir ku, bûyerên sala 1915 û 1916an yên li Tirkiyê wekî jenosîdeke lihemberî Ermenan qebûl dike. Reşnivîsa bidengê 4 partiyan ve hate pesendkirin, li Tirkiyê bû cihê nerazîbûneke mezin.

Herwiha hin sendike û komeleyên nijadperest, li Enqerê, li pêşiya Balyozxaneya Elmanyayê biryar protesto kirin. 

Komeleya Jinên Komarparêz bi daxuyaniyekê biryar şermezar kir û diyar kirin ku, bi vê biryarê dostaniya sedan salan ya Tirk û Elmanan bi dawî bûye.

Derbarê vê mijarê Seroka Komeleya Jinên Komarparêz Canan Aritman wiha got:"Ew mafê parlamentoya Elman nîn e ku, vê bêbextiya komkujiyê li bav û kal, li nifşê niha yê gelê ezîzyê Tirk bike. Tew mafê wan kesên bi biryara dadgehan hatiye piştrastkirin ku, komkujî kirine qet nîn e."

Di dawiya daxuyaniyê de Komeleya Jinên Komarparêz banga boykotkirina markayên Elman kir û çelenga reş danî pêşiya Balyozxaneya Elmanyayê. Piştre jî Sendîkaya Tirkiyê –Kamu Senê jî bi daxuyaniyekê biryara parlamentoya Almanya şermezar kir.

Derbarê vê yekê SerokêSendîkayaTirkiyê- Kamu-Sen Îsmail Konçuk wiha axifî:"Vîgelî, ne di dîroka xwe de û ne jî niha tu guneh nekiriye ku, ji ber fedî bike. Elmanya jî vê yekê baş dizane. Em bi dîroka xwe ya bi şeref û paqij gelekî şanaz in."

Piştî daxuyaniyê endamên sendîkayê bi dûrişmeyên nijadperst balyozxaneya Almanyayê dane ber hêkan.  

Di sala 1915an dedewleta Osmanî pêşî parlamenterên Ermen ji parlamentoyê dûrxistibû û paşê bihinceta ku, ew li hemberî dewleta Osmanî gefek in biryara singûnîkirina gelê Ermendabû. Bi wê biryarê bi milyonan Ermen hatin koçberkirin û nêzî Milyon û 500 hezar Ermen jî jiyana xwe ji dest dan. Heta niha nêzî 30 dewletan ev kiryara dewleta Osmanî wekî Jenosîd nas kiriye. Herî dawî Parlamentoya Ewropayê di Nîsana 2015an de bûyer wekî "Jenosîdê" qebûl kir bû.