Asayişa Efrînê.. Bav xiste zîndanê û kur jî bir eniyên şer

Asayişa Efrînê di çend rojên dawî de nêzîkî 400 xortên Efrînê bi mebesta erkê xweparastinê digire, di nava girtiyan de jî kurê serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehaman Apo yê ku ji bêhtirî 3 mehan e, ji asayişa Efrînê ve zîndankirî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê di çend rojên dawî de nêzîkî 400 xortên Efrînê bi mebesta erkê xweparastinê digire, di nava girtiyan de jî kurê serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehaman Apo yê ku ji bêhtirî 3 mehan e, ji aliyê asayişa Efrînê ve zîndankirî ye.

Li gor çalakavanên Efrînê, ku asayişa Efrînê ji demekê de bi hinceta birina xortan bo erkê xweparastinê, dest bi girtina xort û keçên Efrînê kiriye, ku heya niha dora 400 xort û keç ji aliyê hêzên kantona Efrînê ve hatine girtin.

Herwiha li gor çalakvanan jî, ku asayişa Efrînê Kawa kurê mezin yê serkirdeyê Partiya Domokrata Kurdistanê –Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo jî girtiye, ku niha li leşkergeha Kefir Cenê girtiye, tê gotin, ku dê bo eniyên şer yê pêşîn jî were şandin.

Endamê Komîta Navendî yê PDK-Sê Ebdilrehman Apo, roja 4ê Adarê ve ji aliyê asayişa Efrînê hate girtin, heta roja 30î Gulanê asayişê nehêşt ku malbata wî serdana wî bikin, lê piştî roja serdanê jî asayişa Efrînê kurê wî Kawa bo erkê xweparastinê girt.

Ebdulrehman Apo, ev cara sêyemîn e ji aliyê Asayîşa Efrînê ve tê girtin. Herî dawî, di 8 Îlona 2013an de, ligel bêhtir ji 60 endamên PDK-Sê hate girtin û 4 mehan di zîndanê de ma.

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî bi daxuyaniyekê kiryarên Asayişa Rojava ya derbarê girtina xortan li ser rêbendan bo erkê xweparastinê, şermezar kir, ku ji ber kiryarên asayişê û partiya Yekîtiya Demokratîk herêmên Kurdî ji xortan vala bûne.