YPG polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê diguherîne

Digel destpêka operasyonên li herêmên Raqqa û Minbicê, qala guhertina helwesta Tirkiyê ya li ser Sûriyê tê kirin. Rayedarên hikûmetê, metirsidar in ku Raqqa û Minbic piştî bidawîbûna operasyonan bikeve destê YPG. Li ser vê geşedanê her çiqas qala nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê bê kirin jî, li gor pisporan lihevhatina her du welatan ne hêsan e.

K24 - Stanbol

Digel destpêka operasyonên li herêmên Raqa û Minbicê, qala guhertina helwesta Tirkiyê ya li ser Sûriyê tê kirin. Rayedarên hikûmetê, metirsidar in ku Raqqa û Minbic piştî bidawîbûna operasyonan bikeve destê YPG. Li ser vê geşedanê her çiqas qala nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê bê kirin jî, li gor pisporan lihevhatina her du welatan ne hêsan e.  

Operasyona leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêşengiya YPG û bi hevkariya Amerîkayê li Raqa û Minbicê li dijî DAIŞ'ê berdewam e. Li Tirkiyê jî geşedanên ku piştî bidawîbûna operasyonê û çarenûsa Sûriyê tê qisekirin. Li gor rayedarên hikûmeta Tirkiye, eger herêmên Raqqa û Minbicê bikeve destê PYD, PKK li vir baregehan ava bike, loma jî Tirkiye nîgeran e ku Amerîka her du herêman ji PYD re bihêle.

Ji ber operasyonên li Raqa û Minbicê qala nêzîkbûna rêvebirên Tirkiyê û Sûriyê tê kirin. Di meha Nîsana borî de di medyaya Tirkî de hatibû ragihandin ku berpirsên dewleta Sûriyê û Tirkiyê bi dizîka hevdîtin pêk anîbûn.

Lê belê li gor pisporan ku geşedanên dawî ji nêz ve dişopînin her çi be jî Tirkiye û Sûriye zû bi zû nêzîkî hev nabin. Pispora Polîtîkayên Derveyîwelat Ceren Kenar: “Der barê polîtîkaya Sûriyê de, Tirkiyê ji bilî Rusya û Îran di demên dawî de digel Amerîkayê jî li hev nake. Tevî her tiştî, Tirkiye helwesta xwe berdewam kir. Li gor min zû bi zû neguhere jî.”

Herwiha Kenar diyar kir; ku niha bo Tirkiye parastina tevahiya xaka Sûriyê ji çûyîna Esed girîngtir e û got: “Tirkiye naxwaze bi destê PYD li wir herêmeke otonom bê avakirin. Bi tenê ji hebûna PYD aciz e. Yanê Tirkiyê li wir li dijî avakirina dewleteke Kurd nîne. Çunkî Tirkiye, Tirkiyeya berê nîn e. Weke din Tirkiye li Iraqê jî li dijî dewleta Kurdistanê nîn e. Tirkiye hevalbendê Kurdistanê ye ku êdî weke fiilî bûye serbixwe. Dema serxwebûna Kurdistan bê ragihandin jî yek welatê ku bêje erê Tirkiye ye.”

Li gor rojnameger Fehîm Taştekîn ku li ser meseleya Sûriyê nêrîna wî cuda bibe jî, lihevhatina Sûriye û Tirkiye gelek dijwar e. Taştekîn got: “Her çiqas di medyayê de hevdîtina berpirsên dewleta Sûriyê û Tirkiyê hatibin nivîsin jî ez bawer nakim ku di demeke nêz de her du welat li hev werin. Eger Tirkiye bixwaze jî Sûriye naxwaze. Çunkî Esed wek neyarekî mezin li Erdogan dinêre.

Taştekîn da zanîn jî, ku Amerîka li dijî DAIŞ'ê YPG'ê hêzeke gelek girîng dibîne. Ev jî wek siyasî dê kêrî YPG'ê bê û got: “Amerîka fehm kir ku bêyî Kurdan li dijî DAIŞ'ê serkeftin nabe. Ji ber vê Tirkiye çiqas nerazî be jî Amerîka digel YPG tevdigere. Bêguman bo hêzên Kurd dê serkeftineke siyasî jî rû bide. Amerîka kontrolkirina herêmê jî dê bide destê YPG.”

Wisa xuya dike ku têkiliyên Tirkiye û Sûriyê ku ji sala 2011'an vir de bi destpêka şerê li navxweyî yê li Sûriyê xera bûbû, li gor rewşa YPG dê diyar bibe.