Jin gotinên Serokkomar Tirkiyê rexne dikin

Komeleyên jinan dan zanîn ku, bila Serokkomar xwedî li zarok û jinên ku, hene, derkeve.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d3a35128-f19b-4cb1-893b-3250ae6eaf8a/jinnerazibunerdogan.ism/manifest

K24-Enqerê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja duşembê li Stenbolê li Weqfa TÛRGEVÊ derbarê jinan û pergala plansaziya malbatê de axivî bû. Serokkomar Erdogan di axaftina xwe de diyar kiribû ku malbatên misliman, kontrola ducaniyê nakin. Ev gotinên Erdogan ji aliyê hinek komeleyan ve hatin rexnekirin, ji aliyê hinekan ve jî bi erênî hate pêşwazîkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, gelek caran derbarê zayend û herwiha jinan de axaftinên ku, rê li ber nîqaşên mezin vedikir kiribû. Erdogan di axaftina xwe ya dawîn de vê carê li ser jinên misliman axivî û careke din jinan ev helwest rexne kir.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, komeleyên jinan nerazîbûna xwe nişandan û rexne li wê daxuyaniyê girtin. Heta hin kesan li ser medya cîvakî diyar kirin ku "Bila êdî rêbaza kontrolkirina ducaniyê tune be, em rasterast zarokên xwe bixin binê erdê."  Li aliyên din jî hinek komeleyên jinan bi daxuyaniyên xwe piştevaniya Erdogan kirin.

Derbarê vê mijarê Cîgira Serokê Platforma Jinan ya Paytextê Berrîn Sonmez wiha got:"Li hemû welatan, polîtîkayên serjimariyê hene. Lewra ez, gotinên Serokkomar di çarçoveya plansaziya polîtîkayên dewletê de dinirxînim. Lê gotinên wî yên derbarê mislimanan de rast nîn e. Ji ber ku her oldar li gorî xwe oldar e û her oldar ne wekî hev in."

Serokkomar Erdogan di sala 2013an de li Dîyarbekirê derbarê hejmara zarokan de axaftinek kiribû û ji jinan daxwaza 3 zarokan kiribû. Lê paşî ev hejmar derxistibû 4an û sedema zêdekirinê wiha rave kiribû; "Dema zarokek be belangaz dimîne, dema du zarok bin rê li ber qayişkêşanê vedike, dema 3 zarok bin di nava wan de hevsengî pêk tê, lê dema 4 zarok bin ew jî tê wateya bereket e. Ji ya bişûnde re jî Xwedê kerîm e." Ev daxuyaniya Serokkomar hingî jî wek îro li beramberî nerazîbûnên jinan hatibû.

Derbarê vê yekê Nivîskara rojnameya Kadın Postası Atlas Arslan wiha axifî:"Em di derbarê polîtîkayên serjimarê diaxavin, lê mixabin ew yek jî li ser bedena jinan tê kirin. Serokkomar bi wan gotinên xwe mafên jinan bin pê dike. Herwiha serokkomar di gotina xwe ya "misliman" de jî cûdatiyê dike. Ji lewre êdî di vî warî de jî, hem mafê jinan û hem jî mafê mirovan tê binpêkirin."

Plansaziya serjimarê di xala Destûra Bingehîn ya 41mîn de cih digire. Lê li gorî vê xalê, divê dewlet ji bo rehetî, aramî û ewlehiya malbatê, bergiriyan peyda bike. Ji lewra komeleyên jinan, gotinên Serokkomar ên di vê derbarê de li dij Destûra Bingehîn dinirxînin.

Komeleyên jinan dan zanîn ku, bila Serokkomar xwedî li zarok û jinên ku, hene, derkeve. Bila bo bicihûwarkirina jinan, fersendan biafirîne. Ji bo wan jinên ku, xwedî zarok in pêwîst e bi hêsanî karibin bixebitin.Di şûna ku, van yekan pêk bîne, Serokkomar dixwaze ku, jin di nava jiyana kar de cih negirin.