Demîrtaş: Em ji dadgehkirinê natirsin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir, ku ew ji dadgehkirinê natirsin.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir, ku ew ji dadgehkirinê natirsin.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş îro di mîtînga bi navê “li hemberî gûdatayê berxwedana demokratîk” de axivî û li ser mijara rakirina parêzbendiyan da zanîn, ku dê çend rojên din darizandinên wan dest pê bike. Ew ji dadgehkirinê natirsin. Lê pêwîst e Serokê Dadgeha Bilind jî wan bi dadwerî dadgeh bike.

Demîrtaş got gelek dozger hene, dixwazin wan darizînin. Lêbelê mafê wan nîne parlementerên HDPyê darizînin. Ji ber ko dadgehên Tirkiyeyê wekî şaxên AK-Partiyê kar dikin.

Piştî mitîngê polîsan destêwerdan kirin û ji dehan zêdetir kes hatin binçavkirin.