Ebdilrehaman: Topbarana Şêx Meqsûd bi fermana Tirkiyê encam dide

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan dibêje, DAIŞ li nava Minbicê gelekî sist bûye, ku tê çaverêkirin bilez Minbic were rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan dibêje, DAIŞ li nava Minbicê gelekî sist bûye, ku tê çaverêkirin bilez Minbic were rizgarkirin.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdilrehman derbarê operesyona rizgarkirina Minbicê de ji K24ê re ragihand, şer û pevçûnên HSDê bo rizgarkirina Minbicê gihêştine derdora Minbicê ku ji aliyê rojhilat ve 4 k.m, ji aliyê bakur ve dor 7 k.m, ji aliyê başûr ve jî 10 k.m ji Minbicê dûr in.

Ebdilrehman diyar kir jî, li gor zanyariyên wan DAIŞ li Minbicî gelekî sist bûye, ku rê jî ji bo xelkê sivîl hatiye dan ku ji Minbicê derkevin.

Ebdilrehman got, ku ew di wê baweiyê de ye, ku ew operesyon ne tenê bo bajarê Minbicê ye, lê dê berve rojavaya û bakurê Minbicê û bajarê Babê berdewam bike, herwiha bo xelkên sivîl jî cihên aram hatine dabînkirin.

Ebdilrehman diyar kir jî, ku li Helebê rewşa mirovî gelekî aloz e, ku şerek tund li başûrê Helebê di navbera opozîsyon û rêjîmê ve rû didin, herwiha Rûsya jî beşdarî bombebarnkirina Helebê dibe.

Ebdilrehman diyar kir jî, di çend rojên borî de taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê bi tundî hate topbarankirin, ku bi dehan kes bûne qurbanî. Ebdilrehman amaje bi wê yekê kir jî, ku êrîşa li ser taxa Şêx Meqsûd li ser daxwaz û ferman Tirkiyê encam dide.

Ebdilrehman amaje bi wê yekê jî kir, ku Tirkiyê sînorê xwe li pêş penaberên ji ber şer direvin daxistiye, da ku rewş li bakurê Helebê aloztir bibe.