Li Tirkiyê di sala 2015an 32 êrîş li dijî LGBTyan hatine kirin

Li aliyê din ji ber gefên DAIŞê yên li dijî komeleyên LGBTyan niha bi sedema ewlakariya canê xwe û ji ber tirsa êrîşên DAÎŞê Komeleya KAOS-GLyê deriyê xwe girtiye.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Komeleya KAOS-GL û Komeleya Pembe Hayat, derbarê sûc û êrîşan de ku, li dijî LGBTyan tên kirin, raportek amede kirin. Li gorî vê raporê, di tevahiya sala 2015an de ji ber rikê 32 êrîş pêk anîn û 5 kes hatin kuştin. Herwiha di hema salê de ligel 2 êrîşên êrîşên sîberî, 3 kesan jî xwe bi xwe kuşt.

Komeleya KAOS-GL û Komeleya Pembe Hayat, ji sala 2006an ve her sal derbarê mafên lezbiyen, gey, bîoseksûel û transan de ku hatine binpêkirin, raportan amede dike. Komele navaroka raportên xwe ji wan bûyerên pêk hatî ku di çapemenîyê de cih digrin, werdigire.

Li gorî raporta komeleyê; ji 32 êrîşên rik û beriyê 15 jê ji aliyê sivîlan ve, 2 jê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, 12 êrîş jî bi riya kêran, 2 jê bi êrîşa çekan û 1 jê jî bi qûndaxkirina xênî ve pêk hatiye.

Derbarê vê babetê Parêzera Komeleya KAOS Hayrîye Kaya wiha ji K24ê re got:"Wan êrîşên ku di salên 2014 û 2015an  li dijî LGBTyan hatine kirin, bidin ber hev, di sala 2015an de ev hejmar ber bi zêdebûnê ve çûye. Hejmara wan êrîşan li gorî helwesta çapemeniyê an jî erkên dewletê yan zêde dibe, yan jî kêm dibe. Herî dawî jî ji ber gotinên neyinî yên li dijî LGBTyan zêde dibe."

Herwiha di raportê de êrîşên ku, komeleyên LGBTyan jî destnîşan kirine, hatine bicihkirin. 2 bûyer jî ji ber afîşên LGBTyan pek hatine û di encama wê de li zanîngehan li hemberî xwendekaran êrîş pêk hatiye. Li Enqerê jî ev êrîş her diçe ber vê zêdebunê vê diçin. Li gorî daxuyaniya komeleyê, li Enqerê li dij LGBTyan afiş tê belavkirin û li ser afîşan nivîsên bi vî rengî cih digrin; "Qedexe bikin, van komên ku wek Qewmê Lût tevdigerin", "Kuştina wan caîz e."

Derbarê vê mijarê Parêzerê Komeleya Pembe Hayatê Yalçin Koçak wiha ji K24ê re axifî: "AKP, jenerasyoneke oldar mezin dike û li ser oldariyê radiweste. Civak jî her diçe muxafazekartir dibe û jenerasyoneke homofobîk digihîje. Kesên ku ne wekî deshilatdarê difirin, tên cûdakirin. Bi kurtasî ew kesên LGBT du caran tên cudakirin."

Komeleya KAOS-GL û Komeleya Pembe Hayat, sedema vê tûndiyê wek dewletê nîşan didin. Komele, wek mînak jî qedexekirina meşa LGBTyan ya li Enqerê nîşan dide ku, ew meş ji ber sedema ewlekariyê hatibû qedexekirin.

Herwiha komeleyê diyar kir ku, bi zanebûn ev astengî têne derxistin, ma qey Waliyê Enqereyê ne xwedî wê hêzê ye ku, meşa vê komê biparêze? Li aliyê din ji ber gefên DAIŞê yên li dijî komeleyên LGBTyan niha bi sedema ewlakariya canê xwe û ji ber tirsa êrîşên DAÎŞê Komeleya KAOS-GLyê deriyê xwe girtiye.