Netewe yên Hevgirtî ji rewş a Behayîyan li Îranê nîgerane
K24- Hewlêr
Hinartî yê tayebt ê Netewe yên Hevgirtî bo maf ên mirovan, nîgeranî ya xwe derbirrî li beranber rewş a Behayî yên Îranê û bêrêzîkirin û dijînîkirin a wan ji alî yên berpirs ên Îranê ve.
Komisyar ê bala ya maf ên mirovan ê ser bi Netewe yên Hevgirtî, di ragehandinekê de bi amajdean bi axivtin ên Ehmed Şehîd, hinartî yê taybet ê Netewe yên Hevgirtî bo maf ên mirov li Îranê, ragehand: Komar a Îslamî ya Îranê, bi berdewamî û bi mebst givaşê dixin ser peyrewkar ên ol a Behayî li Îranê ku ev jî dijî biryarname yên nêvdewletî ye.
Ev ragehandin a Netwe yên Hevgirtî, piştî ewê yekê dihê ku dadwer ê giştyî yê Îranê, hoşdarî daye wan kes ên li gel Behayîyan reftar ê dikin û ragehand ku ew kes dê hevrûşî lêpirsîn ên yasayê bibin
Netewe yên hevgirtî dibêje: zêdetir ji 72 kesan ji peyrewkar ên ol a Behayî li Îranê di zîndanê de ne û dibêje jî di dem a 10 salan de 850 Behay li Îranê hatîne zîndanîkirin.