McGurk bi vekirina deriyê Pêşabûrê xweşhal e

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de dibêje ku, ew bo vekirina deriyê sînorî Pêşabûrê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê xweşhal in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de dibêje ku, ew bo vekirina deriyê sînorî Pêşabûrê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê xweşhal in.

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Bertt McGurk li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye: “Em bi vekirina deriyê sînorî di navbera Kurdistanê Iraqê û bakurê Sûriyê de xweşhal in, da ku alîkariyên mirovî û hevguhartina bazirganiyê ji nû ve dest pê bike, ku pêwîstiyeke herî li pêş e bo deverê.”  

Roja 7 Hezêranê, Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji K24ê ragihand, ku berpirsên deriyê sînorî ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Pêşabûr (Sêmalka) agahdar kirine, bo hinardina hemû cureyên kelûpelên xwarinê, derman û pêweistiyên mirovî, bê vekirin.