Îran hoşdarîyê dide hevwelatî yên xwe li Turîyayê

Balyûzxane ya Komar a Îslamî ya Îranê daxwaz ji hevwelatî yên Îranî dike, ku xwe ji cih ên qelebalix biparêzin

K24- Hewlêr

Balyûzxane ya Komar a Îslamî ya Îranê daxwaz ji hevwelatî yên Îranî dike, ku  xwe ji cih ên qelebalix biparêzin

Balyûzxane ya Îranê di beyannameyekê de, daxwz ji hevwelatî yên Îranî li Turkîyayê dike ku ji bilî pabendbûn a wan bi yasa û hoşdarî yên asayîşî yên berpirs ên Turkîyayê, herweha xwe ji cih ên qelebalix biparêzin.

Di beyannameyê de behs a pêşkeşkirin a xizmetguzarî û harîkarîyê dike di dem a pêdivî de ji alî yê pişk ên balyûzxaneyê yên Îranê li bajar ên Enqere, Istanbûl, Erzerûm û tirabzûn.

Teqîn ên evê dawîyê li Turkîyayê ji bilî ku hijmar a geştyaran bo wî welatî kêm kirîye, herweha Turkîya wek welatek natenah û kêm asayîş xistîye berçavan ku heya niha pirranî ya welat ên rojava çend caran hevwelatî yên xwe agahdarkirin û hoşdarî dane wan hevwelatî yên xwe ku xwe biparêzin li Turkîyayê.