Rapora Komisyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya derbarê Tirkiyê de

Tirkiye di demên dawîn de her bi binpêkirina mafên mirovan û kêmbûna hikmê darazê tê rojevê. Komisyona Hiqûqnasên Navneteweyî jî bi raporekê metirsiya xwe ya derbarê daraza Tirkiyê û zextên li ser rêxistinên mafên mirovan anî ziman.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f0a5be64-3cc6-4518-a2e0-49d20f3ee947/RaporaKomisyonaHiquqnasen.ism/manifest

K24-

Tirkiye di demên dawîn de her bi binpêkirina mafên mirovan û kêmbûna hikmê darazê tê rojevê. Komisyona Hiqûqnasên Navneteweyî jî bi raporekê metirsiya xwe ya derbarê daraza Tirkiyê û zextên li ser rêxistinên mafên mirovan anî ziman.

Komisyona Hiqûqnasên Navneteweyî bi navê "Li Tirkiyê Pergala Darazê" raporeke berfireh amade kir ku tê de ji ber destwerdana siyasî ya li ser darazê, zextên li hemberî aktivîst, parêzer û rêxistinên mafên mirovan rexneyên giran li Tirkiyê digire.

Rapora li gorî lêkolînên 2015an de hatiye nivîsandin rewşa metirsîdar û gefên li hemberî dadger, dozger û parêzeran radixe berçavan û Tirkiyê hişyar dike ku destewerdana li ser darazê bi dawî bike.

Murat Durmaz-Dadger dibêje: "Vê rêxistinê beriya ev rapor were amadekirin fikrê me jî wergirtibû. Em jî beşdarî amadekirina wê bûn. Li fikr û nerînên me jî pirsî û di vê çarçoveyê de hate amadekirin. Ev rapor yek ji wan raporan e ku rewşa Tirkiyê gelekî baş radixe ber çavan."

Rapor cih dide nebûna ewlehiya parêzer û aktivîstên mafên mirovan û pêdiviya parastineke xurt ji bo wan destnîşan dike. Herwiha kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî jî yek ji wan mijarane di raporê de hatiye nirxandin û ji Tirkiyê tê xwestin ku lêpirsîneke lezgîn û bêalî bide destpêkirin da ku bûyer ronî bibe.

Ozturk Turkdogan- Serokê Komeleya Mafên Mirovan dibêje:"Nirxandinên raporê gelekî di cih de ne. Ez hêvî dikim ku ev desthildariya siyasî demildest guh bide hişyariyên vê raporê, raseriya hiqûqê di bîra wan de were û gavên pêwîst biavêje. Lê mixabin, Tirkiye niha di şer de ye. Him li Tirkiyê û him jî li Sûriyê di şer de ye. Ji lewra binpêkirina mafên mirovan çêdibin û em ê jî her tim di raporên xwe de cih bidin van binpêkirinan."

Di raporê de derbarê bandora siyasî ya biryarên dadgehan de Tirkiye di nava 31 dewletan de, dewleta herî dawiyê ku bawerî bi dadgehên wê nemaye. Dîsa di warê raseriya hiqûqê de Tirkiye di rêzên dawîn de ye ku piştî Nijerya û Ugandayê tê. Herwiha li gorî raporê li Tirkiyê ji sedî 75ê endamên darazê bûne şahidê wê yekê ku bêrêtî li dadgehan çêbûye û çêdibin.