YE bo serbestiya vîzeyê ji Tirkiyê dixwaze mercan bicih bîne

Yekîtiya Ewropayê derbarê serbestiya vîzeyan de raporteke xwe belav kir û dîsa ji Tirkiyê xwest ku, şert û mercên pêwîst cihbicih bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê derbarê serbestiya vîzeyan de rapora xwe belav kir û dîsa ji Tirkiyê xwest ku, şert û mercên pêwîst cihbicih bike.

Berpirsê Komîsyona Koçberî û Karên Navxweyî yê Yekîtiya Ewropayê Dîmîtrîs Avramopoulos derbarê rapora ku hatiye amadekirin de, civîneka çapemeniyê lidar xist û da zanîn ku, Tirkiye ji 72 xalan heta niha 65ê wan cihbecih kiriye. Ji bo serbestiya vîzeyan pêwîst e 7 xalên mayî werin bicih kirin.

Rêveberên Yekitiya Ewropayê berî niha diyar kiribûn ku, ji bo serbestiya vîzeyan pêwîst e, Tirkiye yasaya têkoşîna li dijî terorê biguherîn e. Lêbelê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim duh ragihandibû ku, ew vê yasayê naguherînin.