Pêşangeh a Matematîkê dest pê kir

Li Enqere ya paytextaTirkiyê li (Goethe-Institutbinavê" Matematîka li ber Çavan" pêşangehek dest pê kir. Ev pêşangeh bi hevkariya Mathematîkum Gie ßenû Wezareta Karê Derve yê Tirkiyê bi mebesta hezkirina matematîkê tê li darxistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e2c2e120-5cbd-41d4-b515-4096a30f9cc7/PeshangehaMatematike.ism/manifest

K24-Enqere

Li Enqere ya paytextaTirkiyê li (Goethe-Institutbinavê" Matematîka li ber Çavan" pêşangehek dest pê kir. Ev pêşangeh bi hevkariya Mathematîkum Gie ßenû Wezareta Karê Derve yê Tirkiyê bi mebesta hezkirina matematîkê tê li darxistin.

Muzexaneya Mathematikum Gie ßen li Elmanyayê, derbarê matematîkê de pêşangehan li dar dixe û ji bilî Elmanyayê li welatên dîjî tê pêşkeşkirin. Lê vêcarê li Enqere ya paytext aTirkiyê tê li dar xistin û li Enqereyê yekemîn car e ku pêşangeheke wisa pêktê.

Mirov li dora xwe çi dibîne, di hemûyan de parçeyek ji matematîkê heye. Pêşangeh, jiyan û matematîkê, bihev re pêşkeş dike. Yanî nîşan dide ku di hemû tiştî de matematîk heye.

Dr. Barbara Frankenberg- Berpirsyar a Peşangehê a Goethe Institut a Enqerê, dibêje:"Armanca vê pêşangehê ew e ku têgihên ne berbiçavên matematîkê bi awayekî berbiçav bo zarokan û bo mêvanên pêşangehê bên nîşandan. Zarok dikarin van hemûyan bi destê xwe hest bikin û bi vê riyê baştir matematîkê fêm bikin.Bomînak, eger min matematîk bi vî awayî bidîta, matematîka min dê baştir bibûya."

Li Muzexaneya Mathematikum Gie ßen a Elmayayê 300 ezmûnên matematîkê hene. Lê di peşangehê de têne 22 parçe cih digrin û ev pêşangeh 90 xulekan berdewam dike. Xwendekarên dibistanê serlêdana vê pêşangehê dikin. Zarok li vê derê bo mînak teoriya Pîsagorê, teoriya zaran a Prof. Dr. Bradley Efron, bi dest çêdikin. Dema ku zarok wan parçeyan tînin ber hev,  divê riya çareseriyê jî peyda bikin. Bi wî awayî, beşdar hem difikirin û hem jî şaş û mat dibin û hem jî berhemekê pêk tînin.

Xwendekarek dibêje:"Ez ji matematîkê hez dikim. Problemên ku em li ser kaxizê çareser dikin, li vê derê wekî ezmûn hatiye çêkirin. Ev gelek xweş e."

Xwendekarek dî dibêje:"Matematîk carna mirov aciz dike. Lê belê carna jî xweş û geş e. Ev pêşangeha li yê xweş û bi coş êmatematîkê nîşan dide. "

Pêşangeh dê heta 30êHezîranê li (Goethe-Institut) berdewam bike û piştî Enqereyê jî dê li Stenbolê bê vekirin. Herwiha berî Enqereyê pêşangeh li Îzmîra bajarê Tirkiyê û li Koreya Başûr hatibû li darxistin. Berpirsyarê projeyê da zanîn ku ew dê vê projeyê bibin welatên dîjî û bighîjînin zarokan.