Penaber ên Suryayî yên dewlemend li Turkîyayê

Piraniya penaberên Sûriyeyî ku koçî welatên biyanî kirine di şert û mercên xirab de dijîn lê belê hinek Sûriyeyî ku ji şer reviyane li Tirkiye bi cih bûne û kargehên mezin vekirine. Di bankeyên Tirkiyê de 1,2 milyar lireyên Tirk pereyên Sûriyeyiyan hene.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/af413bce-bdac-4f6d-b383-82cd748e3f3f/SuriyeyiyenDewlemend.ism/manifest

K24- Bakûr a Kurdistanê

Piraniya penaberên Sûriyeyî ku koçî welatên biyanî kirine di şert û mercên xirab de dijîn lê belê hinek Sûriyeyî ku ji şer reviyane li Tirkiye bi cih bûne û kargehên mezin vekirine. Di bankeyên Tirkiyê de 1,2 milyar lireyên Tirk pereyên Sûriyeyiyan hene.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Suryê ve nêzîkî 5 milyon kes ji Suriyê koçî welatên biyanî kirine.

Li gor amarên fermî hejmara Suriyeyî yên li Tirkiyê bicih bûne nêzîkî 3 milyon e. Piraniya wan li bajarên nêzîkî sinorê di kampan de hatîne bicihkirin. Yên din jî li bajarên wek Stenbolê li metropolan dijîn.

Giştiyê penaberan, di rewşeke xerap de dijîn. Lê hinek kesên Sûriyeyî hene ku kar û barên mezin bi rê ve dibin. Di nav wan de kesên dewlemend jî hene. Hinek ji van kesan li Tirkiyê kargehên mezin vekirine.

Saziya Serarastkirin û Kontrolkirinê ya Bankageriyê ragihand ku di bankeyên Tirkiyê de 1,2 milyar lîre pereyên welatiyên Suriyeyî hene. Di sala 2012ê de 300 milyon lîra bû.

Halîd Xoce-Serokê Berê yê Koalîsyona Hêzên Opozîsyon û Şoreşgerên Suriyeyê dibêje: Ji bilî Sûriyeyîyên ku veberhênan xwe li Bankeyên Tirkiyê  kirine, hinek Suriyeyî li ser erd û avahiyan veberhênanan dikin. Hinek kesên Sûriyeyî hene li ser navê welatiyên Tirkiyê veberhênan dikin.

Serokê berê yê koalîsyona Opozîsyona Şoreşgerên Sûriyeyî  Xalîd Hoca yê ku li Stenbolê dijî balkişand ser Sûriyeyî yên ku li gel kompanyayên Tirkiyê veberhênanan dikin.

Xalîd Xoce-Serokê Berê yê Koalîsyona Hêzên Opozîsyon û Şoreşgerên Suriyeyê

Dibêje: Tenê Yek karsazekê Suriyeyî 300 milyon Dolar pereyê xwe anîbû Tirkiyeyê û bi navbeykariya wî gelek avahîyan hatin kirîn.

Ew kesê ku Xalîd Hoca behs dike xwediyê kompanyayaa UrbaCon ê Muhammed Moataz El Hayat e ku li Stenbolê bi qasî 100 milyon dolarî veberhênan kiriye.

Li aliyekî penaberên hêjar ên Sûriyeyî li bendê ne ku şerê li welatê wan bi dawî bibe û vegerin welatê xwe, li aliyekî jî Sûriyeyî yên ku li Tirkiyê bi cîh bûne li benda veberhênanên nû ne.