Deriyê Sêmalka li pêş bazirganiya ajalan girtî ye

Bazirganên pez û çêlekan li devera Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, rastî ziyanên madî yên mezin tên, bi sedema girtina deriyê Sêmalka li pêş veguhestina ajalan bo Başûrê Kurdidtanê. Rêveberiya Xweser dibêje ku, ti biryar derbarê bazirganiya gelek keresteyan nehatine dayîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0983fd7c-c9ef-4266-9489-2b613a7e7f94/ajal-qamislo-rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bazirganên pez û çêlekan li devera Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, rastî ziyanên madî yên mezin tên, bi sedema girtina deriyê Sêmalka li pêş veguhestina ajalan bo Başûrê Kurdidtanê. Rêveberiya Xweser dibêje ku, ti biryar derbarê bazirganiya gelek keresteyan nehatine dayîn.

Şandek ji bazirganên pez û çêlekan li devera Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, serdana deriyê Sêmalka kirin, bi mebesta dîtina çareyekê, da ku rê li pêş firotina pez were vekirin, lê omîda wan bicî nehat.
Piraniya bazirganan daxwaz dikin, ku tenê çend rojan sînor vebe û derfetê bidine wan, daku pezê xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê li Qamişlo Ebdulrehîm Ehmed di vê derbarê re ji K24ê re tekez kir, ku ti biryar derbarê bazirganiya gelek keresteyan nehatine dayîn, yek ji wan bazirganiya pez û çêlekan, çimkî pêdiviya deverê bi goşt û ajalan heye.

Komîta bazirganan dibêje jî, ku ji heyama 3 mehan ve, nêzî 100 hezar seriyên pez tenê di xanên Qamişlo de amade ne, ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Li gorî hin şopîneran qedexekirina veguhestina pez bo Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye dayîn, ji ber baceya ser veguhestina ajalan di deriyê Sêmalka ve hatiye rakirin, ev jî dê bandorekê li dahatên Rêveberiyê bike.