Festîvala "Îstanbol Shoppîng Fest" dest pê dike

Li Stenbolê, rewşa geştûguzariya îsal ji ber teqîn û êrîşên bombeyî, ne bi dilê dikandar û karsazan bû. Bi mihrîcanên wiha amanc danasîna bajarê û balkişandina geştyaran e.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Bajarê herî gewre yê Tirkiyê Stenbol, li gor salên borî îsal di warê geştûguzariyê de ketiye tengasiyeke mezin. Ji bo pêşketina aboriya bajêr, mihrîcana dan û stendinê ya navneteweyî tê lidarxistin. Dikandar jî ji bo hatina geştyaran, bihayên berhemên xwe heta nivîyê daxist.

6'emîn festîvala bi navê Îstanbul Shoppîng Fest dest pê dike. Ji bo festîvala rengîn bi dehan kargehên mezin û navenda kirînên yên Stenbolê bihayên berhemên xwe dadixînin.

Armanca festîvalê ew e ku, hem pêşketina  bazara navxwe û hem jî zêdetirkirina hejmara geştyaran e.

Festîvala ku, bi alîkariya wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê, Parêzgariya Stenbolê û Şaredariya Stenbolê ve tê birêvebirin bi organîzatoriya Jûra Bazirganên Stenbolê ve dest pê dike û tê de gelek çalakîyên rengîn dê hebin.

Derbarê vê mijarê Serokê Jûra Bazirganên Stenbolê Îbrahîm Çaglar wiha got: "Em ê mêvanên xwe bi rêya marqeyên navdar, xwarin û vexwarînên herêmî, bi çandeke qedirbilind pêşwazî bikîn. Rojên cejna Remezana îsal jî dikeve nav vê festîvalê. Armanca me ew e em 2 cejnan bi hevre bidin Stenboliyan."

Ji bo hatina hemwelatiyan dikandar jî ji defîle, konseran bi hêvî ne. Gelek firoşgehan ji niha ve dest bi erzankirina bihayên berhemên xwe kirine.

Dukandarek wiha axifî:"Pêşiya cejna Remezanê mihrîcanek wek vê dê ji bom e gelek baş be."

Kesên ji kirînê hezdikin ji niha ve dest bi lêgerina firoşgehan kirine. Bi rêya mîhrîcanê zêdetir geştyar jî tên ev jî ji bom e baştir dibe.

Welatiyekî jî wiha got: "Ji vê festîvalê hêviya min ew e erzanî çêbibe. Her tişt zêde biha ne bi taybeti cil û bergên zarokan."

" Niha ji bo remezanê gelek kampanya hene. Eger bikarin sûdê jê bistinîn dê gelek baş be."

"Çalakiyên çêbin dê hemû kesan kêfxweş bike. Ew kesên bê vêderê dê hem bigerin hem jî çalakiyên xweş bibînin."

Li Stenbolê, rewşa geştûguzariya îsal ji ber teqîn û êrîşên bombeyî, ne bi dilê dikandar û karsazan bû. Bi mihrîcanên wiha amanc danasîna bajarê û balkişandina geştyaran e.