Firokeyeke şer ya Sûriyê dikeve xwarê

Firokeyeke şer ya Sûriyê li parêzgeha Hemayê ya li nava Sûriyê kete xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke şer ya Sûriyê li parêzgeha Hemayê ya li nava Sûriyê kete xwarê.

Medyaya Sûriyê ragihand ku, firokeyek şer ya Sûriyê ji firokxaneya Hemayê firiya, ji ber şaşbûneke teknîkî kete xwarê. Lê derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatin belavkirin.

Herwiha li gor daxuyaniyeke leşkerî ku, piştî derketina şaşbûneke teknîkî di firokeyê de, firokvanê wê bi mebest firokeya xwe li devereke dûrî sivîlan û di bin kontrola hêzên rêjîmê de xistiye xwarê.

Ji aliyê xwe ve, jêderekî ji opozîsyona Sûriyê ji ajansa “Reuters” re ragihand ku, firokeya ketiye xwarê ji cura Mîg 21 ye.

Çendîn care firokeyên şer yên Sûriyê ji ber şaşbûnên teknîkî dikevin xwarê. Li gor pisporan jî ku ev yek ji ber kevinbûna firokeyan, ev bûyer derdikevin.