Li Stenbolê polîsan rê neda “Meşa Rûmetê” 15 kes jî hatin girtin

Li Stenbolê, koma LGBT'yiyan ku ji kesên hevzayendan pêk tê, bi amanca şermezarkirina mirina 50 kesên li Amerîkayê xwestin çalakî li dar bixin, lê polîsan rê li ber çalakvanan girt. 15 kes hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê, koma LGBT'yiyan ku ji kesên hevzayendan pêk tê, bi amanca şermezarkirina mirina 50 kesên li Amerîkayê xwestin çalakî li dar bixin, lê polîsan rê li ber çalakvanan girt. 15 kes hatin desteserkirin.

Beriya destpêkirina meşa rûmetê ya koma hevzayendan li derûdora qada Taqsîmê bi berbestan hatin dorpêçkirin û her serê kûçeyên ku derdikevin kolana Îstîklalê ji aliyê polêsan ve hat girtin.

Koma LGBT'yiyan ji ber kuştina 50 kesên li Amerîkayê xwestin li kolana Îstîklalê kom bibin, lê belê polêsan bi guleyên plastîk rê nade ku kom bimeşe. 15 kes hatin desteserkirin.

Li Orlandoya Amerîkayê, êrîş li club barê hatibû kirin, 50 kesên hevzayend hatibûn kuştin. Li Stenbolê jî koma LGBT'yiyan xwestin bi çalakiyekê nerazîbûna xwe nîşanî êrîşê bidin, lê parêzgeha Stenbolê bi hinceta ewlekariyê meşa komê qedexe kir