Teqîna Qamişlo: 2 endamên Sotoro canên xwe jidest dan

Teqîneke xwekujî li taxa Wista ya li bajarê Qamişlo rû da. Li nêzîkî navenda Emel ku çalakiya bîranîna 101 salvegera komkujiya bi navê “Sêfo” birêve diçû, kesekî ku cil û bergên oldarekî Xiristyan li xwe kiribû xwe teqand.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ca722e15-395d-49e9-b6aa-fb4aef51c516/teqin-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Teqîneke xwekujî li taxa Wista ya li bajarê Qamişlo rû da.

Li nêzîkî navenda Emel ku çalakiya bîranîna 101 salvegera komkujiya bi navê “Sêfo” birêve diçû, kesekî ku cil û bergên oldarekî Xiristyan li xwe kiribû xwe teqand.

Tê zanîn ku kesê xwekuj petiryarkê bi navê mar Efram el-Sanî yê ku beşdarî merasîma bîranînê bibû, kiribû armanc. Dema çekdarên Sotoro ew sekinandin, wî kesî xwe teqand û di encamê de 2 endamên hêza Sotoro canê xwe jidest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Hêza ewlekarî rê neda ragihandinê ku derbasî hundirê nexweşxana Selam û nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Qamişlo bibin, lê li gorî berpirsên Desteya Tenduridtiyê, rewşa 2 endamên Sotoro ne cîgir in.

Ji destpêka sala 2016an de taxa Wista ya bajarê Qamişlo ku nişteciyên wê ji pêkhateya Xiristyan in, ji aliyê grûpên tundrê ve tên armanc kirin.

Lê ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de tekez dike, ku ev êrîşên hovane ji aliyê grûpên reşahiyê ve tên kirin, armanca wan belavkirina çanda tirs û terorê di nav pêkhateyên deverê de. Herweha ev teqîn tê, di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serkeftinan li Minbicê bidest dixe.