Ardogan:PKK yan divê dest ji çekan berdin yan terk a Turkîya bikin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê dê berdewam bike.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje operasyonên   li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê dê berdewam bike.

Erdogan di daniştin a xwe de li gel hûnermend û werzîşkaran got: şerê li dijî PKKyê nasekine û dê têkoşîna wan berdewam be. Endamên PKKyê an dev ji çekan dê berdin an jî dê Tirkiyeyê biterikînin. Wekî di ti rê nîne.

Serokomarê Tirkiyeyê herwiha piştî têkçûna pêvajoya aşitiyê hejmara kesên ku di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane  jî agahî da. Erdogan got: heta niha nêzikê 7 hezar û 700 endamên PKKyê û 600 endamên hêzên ewlekariyê canê xwe ji dest dane.