Kiliçdaroglu: Dewleata Komara Tirkiyê nîne dewleta AKPê heye

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku li Tirkiyê dewleta Komara Tirkiyê nîne û dewleta AKPê heye.

K24- Hewlêr

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku li Tirkiyê dewleta Komara Tirkiyê nîne û dewleta AKPê heye.

Kemal Kiliçdaroglu li gel serokên şaredariyên CHPê civiya. Kiliçdaroglu di hevdîtinê de diyar kir ku rewatî, rêveberî û biryar hemû jî hatine gûhertin. Tiştek bi navê Dewleta Tirkiyê nîne. Dewleta AKPê heye.  Dewletek heye ku ti yasayên demokrasiyê cîbicî nake.

Kiliçdaroglu destnîşan kir ku eger AKP li parlamentoyê 550 parlamenteran jî werbigire, ew yek winda kiriye ku bikare welat birêve bibe.