Nadiya Mûrad sibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê ye

Di sala 2014an de, çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê ya Kurdistana Başûr kirin, di encam de, gelek kurdên Êzîdî kuştin,herwiha gelek keç û jinên jî revandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Keça Kurda Êzdî û berbijêra xelata Nobelê ya ku, ji destê DAIŞê reviyayî Nadya Mûrad dibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê.

Derbarê wê mêvandariyê Nadiya Murad, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye ku, , dê sibê 21ê Hezîranê li bajarê Waşingtonê bibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê û li ser zilm û hovîtiyên çekdarên DAIŞê biserê kurdên Êzîdî biaxife.

berî niha jî Nadiya Murad bi gelek serok, siyasetmedar, navdar û mezinên cîhanê re behsa kiryarên DAIŞê  û hovîtiya wê li hember keç û jinên Êzîdî kiribû.

Di sala 2014an de, çekdarên DAIŞê  êrişî Şingalê ya Kurdistana Başûr kirin, di encam de, gelek kurdên Êzîdî kuştin,herwiha  gelek keç û jinên jî revandin.

Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Derve ya Amerîkayê, komkujî û tawanên DAIŞê yên li dijî kurdên Êzîdî, wek “jenosyd” pesend kiriye.