Fîgen Yûksekdag : Serokwezîr gefê li me dixwe

"Dê tekoşîna me heta dawiyê berdewam bike."

K24-Navenda nûçeyan

Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdag li ser rakirina parêzbendiyan rexneyên tund li hikûmetê kir û got, serokwezîr gefê li me dixwe.

Derbarê vê mijarê Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag li Enqereyê di merasîmeke fitarê de behsa rakirina parêzbendiyan kir û wiha got: "Dê tekoşîna me heta dawiyê berdewam bike. Ji me re di gotin li çiya û cihên din siyasetê nekin, werin li meclisê siyasetê bikin. Vaye em hatin, me ew bend derbas kirin û bi 80 parlamenterî ve hatin."

Hevseroka HDPê diyar kir ku, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildigirm gefê li wan dixwe û da zanîn ku, kesek bi navê serokwezîr çûye Wanê û gefê li şaredariya wan ya li Wanê dixwe, herwiha diyarkir ku, wî kesî Ji şaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin re dibêje, 'Emê wî 400 milyonî di pozê we de derxînin.'

Fîgen aşkere kir ku, Tenê derdekê AKPê heye, ew jî ewe ku, şaredariya Wanê ne di destê wan de ye.