Tirkiyê kuştina 11 welatiyên Sûriyê li ser sînor redike

"Ew nûçe dûre ji rastiyê."

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê redkir ku, cendirmeyên wê li ser sînorê di navbera wan û Sûriyê de û bi awayeke pilankirî 11 welatiyên Sûriyê kuştibin.

Derbarê vê mijarê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, cendirmeyên wê li ser sînorê ti welatiyên Sûriyê ne kuştine.

Di daxuyaniya wezareta Derve ya Tirkiyê de hatibû ku, ew nûçe dûre ji rastiyê û redkir ku, cendirmeyên wê li ser sînor 11 kes kuştibin.

Ji aliyê xwe ve Itîlafa Opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de, da zanîn ku, wan pêwendî bi Tirkiyê re kirine daku, zanyariyan li ser wê bûyerê bidin wan.

Duh, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandibû ku, cendirmeyên Tirkiyê li ser sînor 11 welatiyên Sûriyê gulebaran kirine.