DAIŞ komkujiyekê li gundên Erebwêranê ya Kurdî dike

DAIŞ komkujiyekê li gundê Erebwêranê ya Kurdî yê ser bi bajarê Babê li bakurê rojhilata helebê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ komkujiyekê li gundê Erebwêranê ya Kurdî yê ser bi bajarê Babê li bakurê rojhilata helebê dike.

Peyamnêrê K24ê li derdora Minbicê ragihand ku, DAIŞê komkujiyek bi mafê malbatên Kurd li bi gundê Erebwêranê yê ser bi bajarê Babê kir.

Herwiha li gor peyamnêrê K24ê, ku DAIŞê êrîşî gund Erebwêranê kir û dest bi girtina gundiyên Kurd kir, da ku bi neçarî û bi zorê şerê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSDê bikin. Gundiyan ev yek red kir, di encamê de hejmarek ji gundiyan li ser destê çekdarên DAIŞê hetin kuştin.

Tê zanîn ku, DAIŞ di rojên borî de li gundên Babê gundiyên Kurd digire, bo eniyên şer yên Minbicê.