Sê rojnamevan bi tuhmeta “Bangeşeya PKKê” tên girtin

Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê Şebnem Korur, Rojnamevan Erol Onderoglu û Nivîskar Ahmet Nesîn bi îdiaya bangeşeya PKKê dikin, hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê Şebnem Korur, Rojnamevan Erol Onderoglu û Nivîskar Ahmet Nesîn bi îdiaya bangeşeya PKKê dikin, hatin binçavkirin.

Berî niha Şebnem Korur, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê tevlî kampanyaya bi navê “Rêveberiya Giştî ya Nobedar” ku ji aliyê wê rojnameyê ve hatibû destpêkirin, bûbûn.

Derbarê wan kesan de bi hinceta bangeşeya terorê dikin lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî lêpirsîn û dadgehkirinê her 3 kesên navdar yên Tirkiyê hatin girtin.

Ozgur Gundem rojnameyek wekî nêzikî PKKê tê nas kirin û di 3ê Gulanê de li hemberî zextên li ser wê rojnameyê kampanyayek bi navê  “Rêveberiya Giştî ya Nobedar” dabû destpêkirin.

Heta niha nivîskar û rojnamevanên navdar yên Tirkiyê piştgiriya vê kampanyayê dikin.